Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) piştgirî da zagona ku li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) erebeyên bi benzîn û yên dîzel qedexe dike. Li gor biryarê piştî sala 2035’an dê ev erebe êdî neyên firotin.
Li parlemenê paketa biryaran a ku li ser “Lihevkirina Ewropayeke Kesk” hatiye sazkirin hat nîqaşkirin. Li gor vê paketê heta sala 2030’î divê sedî 55’ê CO2 (kanbonhîdrat) bê kêmkirin. Ji bo vê yekê hin standard dê bêne sazkirin. Di vê zagonê de biryara li ser erebeyan jî heye ku heta 2035’an erebeyên bi benzîn û dîzel neyên firotin.
Biryar bi 339 dengên erê hat qebûlkirin. 249 dengên na derketin û 24 dengên bê alî çêbûn.