MÊRDÎN
Di çarçoveya kampanya alîkariya ji bo rojavayê Kurdistanê 40 kamyon alîkariya li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê hatine berhevkirin li ser sînorê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê li benda derbasbûnê ye.
40 kamyon pêdiviyên rojane ku ji bo Rojava hatine komkirin anîn Bajaroka Dirbêsiya ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê. 40 kamyonên alîkariyê li deriyê sînorê Rojava hatin cem hev. Endamên BDP'ê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî hatin cem kamyonan û li bendê ne kamyonên alîkariyê teslîmî rayedarên AFAD û Heyva Sor bikin. Zêdebûna leşkeran a li ser sînor balê dikişîne ser xwe.