Salên 1960-75'an û Saît hatin bibîranîn
Diyarname
Sait Kirmizitoprak û Sail Elçi ku di nav salên 1960-75'an de xwedî ciheke girîng in di 40 saliya kuþtina wan de hatin bibîranîn.
Dr. Þivan (Sait Kirmizitoprak), Sait Elçi, Suleyman Muînî û kuþtina têkoþerên kurd ên salên 1960-1975'an pirtûkek hat amadekirin. Pirtûk ji aliyê Selahattin Ali Arik ve hatiye nivîsandin û bi navê "Dr. Þivan, Sail Elçi, Suleyman Muînî ve Kurt Trajeisi (1960-1975)" ji Weþanên Perî hat weþandin.
Ji bo nasandina pirtûkê û 40 saliya kuþtina wan li Taksim Hill Otelê çalakiyeke hate li darxistin.
Xwediyê Weþanên Pêrî Ahmet Onal, nivîskarê pirtûkê Arik, kesên wê serdemê yên wekî Naci Kutlay, Osman Aydin, Kazim Arik, xwiþka Dr. Þivan û li dor sed kesî beþdarî çalakiyê bûn.
'Xwîna min ji yên 38'an ne þîrîntir e'
Çalakiya bibîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi nîþandayîna slayteke ku li ser wan çêkiribû dom kir. Nivîskar Arik li ser Dr. Þivan wisa got: "Herî dawî di sala 1969'an de hat gund. Wî her kes miayeke kir, ji wan re reçete nivîsî. Diya min jêre got, 'Ti cîgira mawa, meþo, go to bikþê', yê vat, 'Yê 38'de hamey kiþtiyî guney min yînan na þîrîntir niya. Ji bo ez Dr. Þivanî fêm bikim min dest bi lêkolînê kir, agahiyên li ser wî dan ber hev. Di destê birê wî de jî heman agahî hebûn. Min ji þahidên yekemîn agahî berhev kirin. Sipas Ahmet Onal re ku wî jî ev pirtûk weþand."
'Saît bi destê hinan têne kuþtin'
Hevalê Dr. Þivan ê têkoþînê Osman Aydin jî li ser wî axivî û got: "Dr. Þivan ji bo têkoþîna kurd di nav hewldaneke cuda de bû. Baweriya wî ew bû ku ev têkoþîn bi çekdarî dibe. Wê çaxê PDKT'yek hebû. Di 26'ê pûþpera 1970'ê de me civînek çêkir, me Partiya Demokrata Kurdistan a li Tirkiyeyê ava kir, ew bû sekreterê giþtî. Em 13 kesên din bûn rêveberên partiyê. Kadroyên me yên wê demê bi kedeke mezin têkoþîn dan, dîrok divê vê yekê wisa binivîse. Gelek hevalên me þehîd ketin."
Aydin li ser her du Saîtan ku her du jî hatine kuþtin got ku ew dixwaze wan wekî þehîdên Kurdistanê bêne yadkirin, li ser pirsa "Kî ew kuþtin?" jî wisa got: "Em bi rastiya bûyerê nizanin. Hin kurteagahî di destê me de hene. Dema em wan didin ber hev wêneyeke þêlo derdikeve holê, lê hê jî tam zelal nebûne. Gere em li wan salan binêrin. Di sala 1971'ê de tevgera kurd bi rejima Baas re peymana otonomî saz kiriye. Ji bo Kerkûk bajarê kurdan e yan na dê referandûm çêbibe. Dewleta tirk vê naxwaze. Li Kerkûkê tirkmenan derdixe pêþ. Bê Kerkûkê baþûrê Kurdistanê nikare bijî. Petrol li wê derê ye. Hê jî pirgsirêka sereke Kerkûk e. 40 sal berê jî wisa bû. Loma her du Saît têne kuþtin. Bi destê hinan. Lê Saît'ek yê din, yanê wekî tê gotin wan hev nekuþtiye."
'Ew bijareyên kurdan bûn'
Rewþenbîrê kurd Naci Kutlay ku di "Doza 49'an" de tevî Saitan hatibû binçavkirin jî axivî û wisa got: "Dr. Þivan, dîsa Medet Serhat hebû, ew kesên bijare bûn ku ji nav kurdan derketin holê. Îro pêdiviya kurdan gelek bi wan heye. Ew biaqil bûn, serdema xwe baþ tehlîl dikirin. Doza 49'an tevgera ji nû ve lêgerînê bû. Sait wê demê meseleya axê anîbû ziman, digot ax nebe nabe."
'Ew kurdparêz bû'
Weþanger Ahmet Onal jî got ku Dr. Þivan yekemîn Marksîst bû, þoreþger bû, pêþî wî gotibû dewleta tirk faþîst, dîktator e û bi vî awayî ketibû nav tevgerê. Onal wisa dom kir: "Dr Þivan digot ez kurdparêz im, ji bo têmkoþîna kurdan kurdparêz bû. Ew kirmanc bû, di þeþ mehan de hem kirmanciya xwe pêþ xist, hem jî hînê kurmancî bû, paþê soranî jî hîn bû. Wisa tam neteweyî bû, ew ne kesek herêmparêz bû, neteweparêz bû. Em niha ji Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku cenazeyên wan bêne dîtin, ji wan re li kêleka hev gor bê çêkirin."
Di pirtûka ku Selahattin Ali Arik amade kiriye de jî li ser dîrok, têkoþîn û kuþtina Saitan agahî hatine pêþkêþ kirin. Her wiha bûyera Suleymanê Muînî, Tevfîk Fîkret û gelek kesên din ku di wan salan de li baþûrê Kurdistanê hatine kuþtin agahî hatine pêþkêþ kirin.
Foto: Cemil Oguz
Ahmet Onal
Naci Kutlay
Selahattin Ali Arik
"Dr. Þivan, Sail Elçi, Suleyman Muînî ve Kurt Trajeisi (1960-1975) / Selahattin Ali Arik / Weþanên Pêrî / 519 rûpel