H. Kovan Baqî
Kibra Nabokov didim xatirê “Ada welew Arezû”yê û dixwazim Agirê Qels a wî bixwînim. Nizanim çend caran min hewl da bo wê bixwînim, lê her carê wekî seqema Alaskayê tillîkên min dicemidand û min ew di refika jêr a kitêbên nexwendî de bi cî dikir. Pêşgotina Charles Kinbote agirê dojehê li devê deriyê bûzxaneyê gur dike. Gava ji dojehê derbasî nava bûzxaneyê dibim, agir bi bedena min ve dibe şîşikên cemedê.
Qehweya tehl min vedigerîne zemanê berî xwendinê, derê kitêbê digirim, şîşikên cemedê dimînin di nava kitêbê de, navê Nabokov jî ji deriyê kitêbê re dikim kilîdeke qasidî.
Di ber xwe de dimizmizim. Wekî Nabokov, ê min jî hew navekî min heye, lê du kes im: Kovanê xwendevan û Kovanê nivîskar. Tim û dayîm vê meseleya dunaviyê min mijûl dike. Bes her carê mîna Pessoa ez dimînim di nava sînorên pirsê de û mifteyek tune ye da karibim di deriyê pirsê re derbasî nava sînorê bersivê bibim. Çiqas vê pirsa bi qasî min pîr ji xwe dipirsim, pirs nûbûna xwe dihefidîne û ez wekî jiyanê kevin dibim.
Pirsa min a bi qasî kevinbûna xwe nû ev e:
Kovanê xwendevan ehmeqiyê li ser Kovanê nivîskar ferz dike, an Kovanê nivîskar ehmeqiyê li ser Kovanê xwendevan ferz dike?
Belkî jî nivîskarê nikaribe ehmeqiya min bîne bîra min mesûlê vê qisûrê ye.
Heger xweda ne afirîner be, îja ev qisûra ji pênaseyan mezintir a kê ye, birêz Sartre?
Romana Agirê Qels lîstikeke mezinan e, ne lîstika zarokatiya min e. Careke din wê di refika jêr a kitêbxaneyê de bi cî dikim – ciyê vala.
Qurtek qehweya tehl dîsa dawî li bêdengiya monologê nava min anî: “Qene ev roman dikare valahiya dewsa kitêbekê dagire.”
Gotin pirr bi xwe ewle bin, qezaya erjeng elzem e.
Dîsa kenê min bi min û gotinên min tê. Madem gotinên min gerek qet bi xwe ne ewle bin, îja ev tespît û teqezî çi ye?
Hin kitêb hene, bêyî bixwînim wan ji bîr dikim. Hin kitêb jî hene, ji bîr dikim bê ka min çend caran ew xwendine – wekî romana Sewt û Hêrs a William Faulkner.
Dîsa Sewt û Hêrsê ji refika jor a kitêbxaneya xwe derdixim, hîn jî wekî stêrkekê diçirise. Derê kitêbê vedikim, hişê Benjamîn dest bi herikînê dike û careke din fam dikim bê ez çiqas ehmeqekî bi şans im. Cihê qûna xwe li ser palgeha bêhizûriyê xweş dikim, destê xwe dixim hundirê serê xwe, nivîskarên nikaribin ehmeqiya min bînin bîra min tevan ji quncikên serê xwe berhev dikim û diavêjim konteynera paşerojê.
h.kovan@hotmail.com