Ji ber ez jî wekî te "rojnamegerekî" (ji ber meseleya nîqaşê ye kî çiqas rojnameger e loma min ev gotin kiriye nav neynûkê) kurd im, yanê ez jî xwe di asta te de dibînim, ez bersiva te didim.
Bi nasnameya xwe ya rojnamegerî, ez jî bi qasî te rewşa kurdan, ya Rojava û Başûr, helbet Bakur (mixabin aliyê min ên Rojhilat hinek sist e) dişopînim. Loma ez dixwazim bersiva nivîsa te ya roja 13.08.2013 ya bi sernavê "Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê" ya di Rûdawê (1) de bidim.
Vaye bersiva Cemil Oguz a ji bo Ako Mihemed yê nivîskar û yek ji berpirsên Rûdawê: