Diyarname
13'yemîn Festîvala Fîlmên Serbixwe İf İstanbul heta 23'yê mehê li dar e. Di festîvalê de hin fîlmên kurdî jî hene.
Festîvala İF pêşî li Stenbolê (13-23 reşemî), dûre li Enqere û Îzmîrê (27 reşemî - 3 adar) li dar bikeve. Di festîvalê de gelek fîlm û belgefîlm li benda temaşevanan in.
"Mavi Dalga" yê derhêner Zeynep Dadak û Merve Kayan ku di Festîvala Porteqela Zêrîn de xelata Fîlm, Senaryo û Vesazkirina Herî Serketî girt; fîlmê derhênerê navdar Wong Kar Wai ê bi navê "Yi Dai Zong Shi /Hostayê Mezin"; "Nymphomaniac 1 / Îtîraf 1" ê Lars Von Trier; "Mahi va Gorbeh / Masî û Pisîk" ê derhênerê îranî Shahram Mokrî hin ji wan fîlman in ku derdikevin pêş.
Dîsa ji nav belgefîlman "El Vals de los Inútiles / Reqa Yên Kêrnehatî" ê derhêner Edison Cajas hêjayî temaşekirinê ye. Di sala 2011'an de li hemberî polîtîkayên perwerdehiyê gel çalakiyan li dar dixe. Ji bo vê yekê 1800 saet bênavber lê bi dorvegeriya mirovan dê li dora Qesra Serokwezîrî ya li Santiagoyê bibezin. Belgefîlm di nav vê bezê de bi ser du kesan, yek jê xwendekara lîseyê, yek jî muxalîfek berê, dijberê Pinochet (û niha mamosteyê tenîsê) re balê dekişîne ser guherînê, balê dekişîne ser paşeroj, îro û pêşeroja Şîliyê.
Di festîvalê de fîlmên kurdî
Di festîvalê de hin fîlmên ib kurdî jî hene. Vane ew fîlmên kurdî:
- 1001 Sêv / Teha Kerîmî
Di beşa "Aşk & Başka Bi’Dunya’da" fîlmê derhênerê kurd Teha Kerîmî (par di qezaya trafîkê de wefat kir) ê bi navê "1001 Sêv" ku li ser Helebçeyê hatiye kişandin tê nîşandayîn.
16 Reşemî 2014, saet 12:00, Cinemaximum Fitaş Salon 1
18 Reşemî 2014, saet 12:00, Cinemaximum Fitaş Salon 1
- Roboskî mon amour / Bulent Gunduz
Belgefîlmê derhêner Bulent Gunduz "Roboskî mon amour" ê li ser komkujiya Roboskî di çarçoveya beşa "Ev" (mal) de tê nîşandayîn.
15 Reşemî 2014, saet 17:30
Cinemaximum Fitaş Salon 4
- Li Rojava şoreşa bêdeng / David Meseguer û Oriol Gracia
Belgefîlmê derhêner David Meseguer û Oriol Gracia yê bi navê "Şoreşa Bêdeng" li ser pêşketinên li Rojava hatiye amadekirin.
Belgefîlm ligel "Roboskî mon amour" heman roj û saetê tê nîşandayîn.
- Berî berf bibare / Hîşam Zeman
Fîlmê derhêner Hîşam Zeman ê bi navê "Berî berf bibare" di beşa "Keşf" de tê nîşandayîn. Fîlm çîroka Şiyarê Biçûk ku ji mecbûrî ji Kurdistanê tê Stenbolê nîşan dide.
20 Reşemî 2014, Saet 19:30
Cinemaximum Fitaş Salon 4
22 Reşemî 2014, Saet 17:00
Cinemaximum Fitaş Salon 1
Her wiha di nav bernameya İf İstanbulê de hin kurtefilmên derhênerên kurd jî hene. "Kurte Fîlm" ê Ali Kemal Çinar; "Zarok" ê Muhammet Beyazdag; "Adem Başaran" ê Orhan İnce û "Bihuşta Zebeşan" ê Gulistan Acet derdikevin pêşberî temaşevanan.
Derhênerê fîlmê "1001 Sêv" Teha Kerîmî par di qezaya trafîkê de wefat kir.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.