Diyarname
Amed Spor ku duh maça yekem a Play-Offê lîst û bi maçên play-offê li bendê ye ku derkeve lîgek jortir rastî astengiyan tên. Yek ji wan jî ew e ku DEDAŞ'ê (Saziya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) elektrîkên klûbê birîn.
DEDAŞ'ê piştî ku elektrîkên klûbê birîn Serokê Duyemîn ê Klûbê Cahit Akin got ku ji ber deynan elektrîkên klûbê birîne, herî hindik divê em 120 hezar TL bidin û ji bo vê yekê jî di nav hewldanên de ne.
Li Tirkiyeyê gelek klûbên sporê di vê rewşê de ne û bi giştî saziyên wisa xizmetê didin bi hevdîtinan pirsgirêkên wisa çareser dikin.
MAÇA YEKEM: 0-0
Li aliyê din di maça yekemîn a play-offê ku wekî çarîk fînalî jî tê bi nav kirin Amed Spor li Tarsus Îdmanyurdu Spor bû mêvan û maç bi 0-0'ê bi dawî bû. Maça duyem 16'ê mehê li Amedê ye. Tîma ku bi ser bikeve dê here nîv fînalê ya play-offê.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Amed Spor di play offê de li ser rêyeke çawa ye?


