Diyarname
Li Tirkiyeyê hejmara kurdan ji ereban zêdetir e. Dîsa kurd ji ereban zêdetir bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin, doza mafê xwe dikin. Lê digel van yekan jî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê kurdî naxe nav mufredata perwerdehiyê lê erebî xist nav mufredata perwerdehiyê û îsal li dibistanan zimanê erebî wekî dersa hilbijêr tê day3in.
Di çarçoveya Projeya Dibistan Navîn a Serokatiya Civata Hîndekarî û Perwerdeyê de dê dersa Zimanê Biyanî Erebî ji bo şêwirmendên herêmî xizmetê bigire. Kesên ku dixwazin serîlêdan bikin, divê herî kêm xwedî pileya doktorayê bin, divê herî kêm 5 sal di vî warî de xebitî bin, divê di der barê erebî û zimanê ereban de xebatên wan yên zanîstî û yên hatine weşandin hebin. Hê jî li dibistanên tirkan zimanên çînî, almanî, frensî, înglîzî, spanî, îtalî, japonî û rusî wekî dersên hilbijarî hene.
Li Tirkiyeyê li dor 20 mîlyon kurd dijîn, lê zimanê kurdî, bi hinceta ‘wê welêt parçe bibe’ nakeve nav mufredata perwerdehiyê.
Ji bo zimanê zikmakî kurdan dibistan boykot kirin, daxwazname dan midûriteyên perwerdehiyê lê heta niha tu bersiv negirtine.
Erdogan: Bila kes zimanê zikmakî nexwaze
Kurtedemek berê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna Serokên Rêxistinên Bajaran ên partiya xwe de daxwazên kurdan ên bo zimanê zikmakî dîsa red kir û got: “Kesek bila ne li benda perwerdeya zimanê zikmakî be. Zimanê fermî yê Tirkiyeyê tirkî ye.”
Turk: Ziman winda bibe çand jî winda dibe
Her wiha li hemberî daxuyaniya Erdogan Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk reaksiyon nîşan dabû, mînaka îngilîz û skoçî dabû û gotibû: “Ger zimanek winda bibe, çand winda dibe, nasname winda dibe û gelek winda dibe. Ji ber vê jî ew qas girîng e. Zimanê zikmakî jî di roja îroyîn de li gelek welatên cîhanê mafê herî rewa û maqûl tê zanîn. Binêrin, hema bêjin zimanê skoçî li Înglîstanê hatibû asta jibîrkirinê. Li hemû Skoçyayê ji sedî 2 kesî bi zimanê xwe yê zikmakî dizanîn! Lê xebat li ser ziman hate meşandin. Piştî vê xebatê bû ji sedî 5. Piştre jî Înglistanê salê 120 mîlyon sterlîn da Skoçyayê û ji bo pêşketina vî zimanî televîzyon bi wan da vekirin. Niha jî li Skoçyayê ji sedî 20 welatî bi zimanê xwe dizanin. Jimara ciwanên li zanîngehan bû ji sedî 40. Binêrin ji bo ziman winda nebe pere xerc dikin. Niha jî dibêjin bila zimanê zikmakî xwe bi qursan xwe li ser lingan bigire. Ger zimanê te di nava raya giştî de tu karanîna wê nebe, gelo tu wê çima zarokê xwe bişînî qursan? Em dixwazin ku zimanê me jî bê rewşeke wisa ku di warê raya giştî bê bikar anîn.’’