Enqere
Belê TRT dê bi kurdî weşanê bike lê meclisê fêm nekir ka 'çem û çem'a Hasip Kaplan bi çi zimanî ye!
Mebûsê DTP'ê Hasip Kaplan ji bo şermezarkirina hikumetê paketên komir û maearnayan birin meclisê û got: "Bêhna hemwelatiyan hatiye birîn, taqeta hemwelatiyan nemaye. Ev gel ne berpirsyarê vê krîzê ye. Ev qrîza nebirêvebirina hikumetê ye. Ev gel dê di 29'ê adarê de AKP'ê çem û çem bişîne."
Gotina Kaplan wekî "Zimanek nayê zanîn" derbasî qeydan bû. Û cihê gotin wisa "...." diyar kirin û got: "Parlementer bi zimaneke ku nayê zanîn hind tişt gotine."