Diyarname
Bi giştî hezar û 501 kesî ji bo berendamtiya mebûsiyê serî li HDP'ê da. Li gor biryara HDP'ê ji hefteya pêşiya me heta 2'yê avrêlê dê nirxandina xwe ya li ser berendaman temam bikin û berendamên mebûsiyê eşkere bikin.
Niha kîteyên li ser profîla berendamên HDP'ê jî hate eşkere kirin.
Vane kîteyên ji ser pêşberendaman:
- Ji pêşberendamên serî li HDP'ê dane 1159 kes mêr (sedî 77,5), 342 kes jin (sedî 22,5) in.
- Ji mêrên serî lêdane piranî temenê wan di navbera 35-45'an de (sedî 32,38) ye. Dûre temenê navbera 45-55'an tê. Ji alî jinan ve jî rewş zêde neguheriye.
- Sedî 47,40 kesên ji berendaman zanîngeh xilas kirine. Sedî 25,99 jî mezûnên lîseyê ne. Dûre sedî 13,03 dibistana seretayî, sedî 10,03 dibistana navîn tê û sedî 3,55 jî kesên ku lîsansa bilind kirine serî li pêşberendamî dane.
- Ji aliyê pîşeyê ve jî balkêşiyek heye: Serî 29,3 karker-kedkar (karker, kedkar, betal, xebatkarên Saziyên Sivîl û hwd) in. Dûre bi sedî 12,1 pîşeyek serbest û piştî vê bi sedî 9,2 parêzer tên. Ji gelek pîşeyî kesên serî lê dane hene lê yên herî hindik akademîsyen in ku rêjeya wan sedî 1,4 e.