AMED
Hiqûqnasan bertek nîşanê bûyera tecawîzê ya li Çewlîkê pêk hat û 8 tecawîzkar serbest hatine berdan dan û gotin ev biryar skandaleke nû ya doza N.Ç ye. Serkretera Giştî ya Baroya Amedê Kezban Yilmaz got ev biryar nîşaneya vexwendina bûyerên nû ya E.A û N.Ç ye.
Parêzerên girêdayê Baroya Amedê ji bo berdana 8 leşkerên ku tecawîzê zaroka bi navê E.A kirin, protesto bikin li ber Edliyeya Amedê çalakî pêk anîn.
Hiqûqnasan berdan leşkerên tecawuzkar wekî skandaleke nû ya doza N.Ç bi nav kirin.
Di çalakiyê de dovîzên wekî ‘Tecawuz bê rumetî ye’, ‘Parastina tecawuzkaran, hevkariya tecawuzê ye’ hatin hildan. Sekretera giştî ya Baroya Amedê Kezban Yilmaz axivî û got: “Biryara ku di lêpirsîna derbarê E.A de hatiye dayîn nîşan dide ku nêrîn û feresata dewletê û ya darazê ya li hemberî jiyanê neguheriye. Ev biryar rê li ber bûyerên wekî ya E.A, N.Ç'yê vedike. Em wekî Baroya Amedê emê dozê bişopînin."
Li Solxana Çewlikê 2 sal berê 8 leşkeran tecawuzê keçikek bi navê E.A ya 16 salî kiribû. Dadgehê bêyî ceza bide wan, ew leşker serbest berdan.