Diyarname
Li Culemêrgê avêtin ser mala Gerînendeyê Weşanê yê Azadiya Welat Tayyip Temel û ew girtin bin çavan.
Temel ku li Amedê rûdine li Culemêrgê çûbû serdana malbata xwe. Midûriyeta Ewlehiyê ya Culemêrgê avêtin ser malê û Temel girtin bin çavan. Hê nayê zanîn ji ber çi Temel girtine bin çavan.