Diyarname
Hunermend Rûken Yilmaz helbesteke Kamûran Bedirxan kir stran û wekî klîb li ser hesabê xwe yê Youtube belav kir.
Hunermend Rûken Yilmaz li Dihêya Sêrtê hatiye dinê, li Stenbolê mezin bûye. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê Mamostetiya Muzîkê xwendiye. Bi salan di bin banê NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de karê muzîkê kir. Di sala 2016'an de yekem albuma xwe ya solo bi navê "Zelî" ji Kom Muzîkê derxist. Heta niha wê gelek klîb kişandine ku ev xebata niha li ber dest jî yek ji wan e.
"Dilo Rabe Bihar e" helbesta rewşenbîr Kamûran Bedirxan e. Sazkirina muzîka wê Nurhak Kilagoz çêkiriye.
Em vê hefteyê di beşa Klîba Hefteyê de vê stranê derdixin pêş. Kerem bikin.