Diyarname
Lîstikvanê wê bê 37 salî, bibe kaptanê we û we bike şampiyon hûnê peykerê wî çênekin? Helbest hûnê çêbikin. Em qala lîstikvanê Feyenoordê Dirk Kuyt dikin. Kuyt ku çend salan li Tirkiyeyê formaya Fenerbahçeyê jî li xwe kir û fenerbahçeyiyan jî jê hez dikir piştî vê serketinê vegeriya bû welatê xwe û dîsa li Feyenoordê lîstibû. Bi ked û xwêdana kaptanê tîmê Dirk Kuyt piştî salên dirêj Feyenoord carek din bû şampiyon. Û di maça dawî ya lîgê de Kuyt sê gol ser hev de avêtin û bi vê yekê di 150 maçan gihîşt 101 golî.
Îsal Kuyt tam 12 gol avêt û kedek baş ji bo şampiyoniyê da. Piştî xilasbûna lîgê Kuyt dest ji fûtbolê berda û wisag ot: "Feyenood ji bo min ciheke mikemel e. Min li vir gelek kûpa bi dest xistin lê piştî 18 salan li vir em bûn şampiyon û di maça dawî ya şampiyoniyê de min sê gol avêtin ev yek hesteke gelek mikemel bû."
Kuyt got ku piştî de dest ji fûtbolê berda ew dê dîsa li klûbê kar bike. Her wiha hat ragihandin ku di stada nû de cihek taybet ji bo Kuyt bê veqetandin û li wir peykera wî jî bê çêkirin.