logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Çima kurd bi zimanê serdestan dinivîsin?

Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên serdest (wekî ti

  • Dîrok: 20/06/2013
  • Beş: Serbest

Lokman Polat 

Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên serdest (wekî tirkî, erebî, farisî) û her wiha bi zamên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurd in yan na? dikir. Di kovara "Helwest" û kovara "Nûdem"ê de gelek nivîsên derbarê vê mijarê de hatin weşandin. Dîtina her du kovaran jî ev bû ku; kesên bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, erebî, farisî û zimanên din dinivîsîn nivîskarên kurd nîn in û berhemên wan jî aîdê edebiyata kurdî nin e. Niha kovara "Dîwar" mijareke girîng wekî dosya pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. 

Mijara ku sernavê wê "Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?" mijareke girîng e. (ji bo ku li dawî pirs heye divê sernav "Çima kurd bi zimanê serdestan dinivîsîn?" bana.) Kovara "Dîwar" bi van pirsan "li bakur, başur, rojhilat, rojava û li welatên din...çima kurd ji zimanê xwe dûr, bi zimanê serdestan dinivîsin? Sedemên vê yekê, rastiya vê çi ye? Nivîskarên kurd di vî warî de çi difikirin?" dest bi lêpirsînê dike û bersivên 13 nivîskaran diweşîne. 

Dîtina kovara 'Dîwar' ev e ku; kovar rexne li wan kesên ku bi zimanê serdestan dinivîsin digre. Rexneyên kovarê rast in, di cih de ne, rexneyên bi heq in. 

Edîtorê kovarê dibêje "Ji hêlekê ve, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di têkoşîneke bê navber de ne. Ji hêla din ve jî, heta dawî heyranên zimanê serdestên xwe ne û bi wî zimanî dinivîsin û dixwînin û wî, bi serbilindî û bi keyfxweşiyeke mezin, li şûna zimanê xwe bikartînin." 

Belê, wisa ye..ha ji we re mînaka Yavûz Ekîncî û Sûzan Samancî. 

Di dosyayê de nivîskarên kurd, romannivîskar Îlhamî Sîdar, Yaqob Tilermenî, Perwîz Cîhanî û neh nivîskarên din dîtin û ramanên xwe pêşkêş kirine. Di nav van nivîskaran de nivîskarê kokkurd ku her tim bi tirkî dinivîse Yavûz Ekîncî jî heye. Di nav wan 13 nivîskaran de romannivîskar Îlhamî Sîdar berê bi tirkî dinivîsand, lê paşê bi tercîheke birûmet, bi helwesteke rasteqîn biryara xwe da û dest bi nivîsîna kurdî kir û bi kurdî berhemên hêja afirand. Nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar di nivîsa xwe ya bi sernavê "Zimanekî Jêkirî" de bi berferehî sedemên ku çima nivîskarên gelên bindest û her wiha nivîskarên kokkurd bi zimanên serdestan nivîsîne dinirxîne, analîz dike. Xwezî hemû nivîskarên kokkurd Îlhamî Sîdar ji xwe re bikira mînak. Îlhamî Sîdar mînakeke hêjaye ku li edebiyata kurdî vegeriyaye, bûye kedkarekî romana kurdî û wî bi berhemên xwe yên hêja edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Nivîskarê kokkurd Yavuz Ekîncî hêj jî bi tirkî dinivîse. Dîtina ku ji bo sedemên tirkînivîsê pêşkêş kiriye ne di cih de ye, nerast e. Bi Yavuz Ekîncî re tirkî hevpeyvîn hatiye çêkirin, ango wî bi tirkî bersîv daye (digel ku bi kurdî zane jî) û kovara "Dîwar" wergerandiye kurdî. Yavûz Ekîncî li gor xwe dîtinên nerast rave dike. Argumentên wî ne di cih de ne, nerast in. Mînaka bîrêz Îlhamî Sîdar li holê ye û ev mînak bi serê xwe dîtînên Yavûz Ekîncî û argumentên wî puç dike. 

Romannivîserê kurd Yaqob Tilermenî jî di gotara xwe de derbarê mijarê de dîtin û ramanên baş û rast rave dike. Wî di nirxandina xwe de rastî anîne zimên. 

Nivîskarê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Perwîz Cîhanî jî dibêje "Li rojhilatê Kurdistanê jî wekî dîtir parçeyên Kurdistanê gelek kesên navdarên kurd hene, ku bi zimanê farisî nivîsîne û dinivîsin û xizmetên mezin ji fariszimanan re kirine." 

Di nav bersivên nivîskaran de hinek dîtinên şaş û tewş jî hene. Ji bo nivîs dirêj nebe min behsa gotar û nirxandinên hemû nivîskaran nekir. Bila xwendevanên kurd kovarê bikirin û bibînin bê hemû nivîskaran çi gotine. 

Kovara "Dîwar" kovareke hêja ye, xwerû bi kurdî ye û her hejmarên wê hêjayî xwendinê ye. Wekî gotina dawî ez vê bibêjim; berhemeke edebî bi kîjan zimanî were nivîsîn aîdê edebiyata wî zimanî ye. Tu fêdeyeke berhemên ku nivîskarên kokkurd bi zimanên din dinivîsin ji bo edebiyata kurdî, ji bo çand û zimanê kurdî tune ye. Nasnameya nivîskarekî bi kîjan zimanî dinivîse, ew e.

 

***

 

Nûçeya eleqedar:

- 'Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?'

 

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

news
  • 26 07 2026

Mêtîngeha kurmancî, bajarê Kolnê yê Almanyayê: Gelo em kurd “kolonîzebar” in?

news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Dîmenek û çend pirs?

ad

ÎSMEK'ê ji bo kurdî serdema qeydan da dest pê kirin

ad

Îro serokê DTP'ê diyar dibe

ad

'Tîtanîk' dîsa dikeve vîzyonê

ad

Li Şanoya Bajêr 3 lîstik hene

ad

Rewşenbîrên Rojava serketina Blokê pîroz kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname