logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Dîmenek û çend pirs?

Hefta bihorî dimenek li hewlêrê di çapemeniya dîtbarî de, nivîskî û madyaya civakî de derket. Rêzek rêveberên herêmê û w

  • Dîrok: 02/07/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Hefta bihorî dimenek li hewlêrê di çapemeniya dîtbarî de, nivîskî û madyaya civakî de derket. Rêzek rêveberên herêmê û wezîrên kabîna hukumeta nû yu ku piştî 9 mehan hat damezirandin, di şahîyekê de tên dîtin. Hemû jî di ber stranên Îngilîzî û Kurdî yên stranbêja jin a ku mirov nizane Kurd e an Emerîkî ye, li ser kursîyên xwe rast û çep xwe dihejînin u bi tiqtiqa kenê xwe bala hemû kamêrayan kişandine ser xwe. Amadebûna van mêrên ku hemû berpirsiyarên herêmê ne, nexasim di demeke wisa de ku êrîşên DAÎŞ û pilana piştperdeyan tê nîqaşkirin, her roj ev êrîş û hovitiya di medyayê de derdikeve û zarokên vî gelê di bereya pêşî da u di refên pêşmerge u YPG da li berxwe didin munasebeteke çawa ye? Pirsa balkêş ewe munasebeta vê şahiyê çî bû? Çima ewqasî giregirên vê herêmê anîne cem hev?

Belê ecêb nemînin, munasebet rojbûna Şajina Berîtanya Şajin Elîzabêth bû. Dema min ji bo cara yekmîn ev dîmen dît hestên cuda bi min re çêbûn.  Destpêkê matmayî mam, ji vê rewş û dîmena trajedî-komîk re, gelo ez jî weke wan min bikira tiqtiqa ken, an pir xemgîn bûma, an bi sedan pirs di serê min da çêbûba? Jixwe bi bawerîya min herî rast jî ya dawî ye, û min hewil da li bersiva wan bigerim.

Belê dema tê gotin 'netew-dewlet çîye', ev dîmen netewdewlet bi xwe ye, ji nirxên civakê qut bûne, ji hêzên girêdayî wan re tewandina hustûyê xwe û li hemberê rengên nava xwe jî zulumkarî ye. Dîmenên mînaka wê jî berê hatine dîtin lê bi qasî vê dîmenê hem êş û hem rewşa komîkbûnê neketibûn nava hev. Ma sala par, roja salvegera komkujîya Helebce  stranbêja Lubnanî Meryem Faris neanîn Hewlêrê ji bo konserdayînê? Ma ne heman rêvebirî ye ku li Hewlêrê hersal li salona pêşewa Qazî Muhemed salvegera mirina Xumeynî bi bîr tînê? Ev mêjî û zihnîyet Qebûl nakin kû hevserokê Kongireya Netewî ya Kurd jinekê di kêleka xwe de bibînê, lê radibe rojbûna şahjin Elîzabet pîroz dike. Ev ne zihnîyeta qutbûna ji civakê be çî ye?

Ji me re çî rojbûna Şahjin Elîzabet? Çima rêvebirîyên Kurd hewce dibînin xwe daxin heya vê astê? Ev dixwazin çi ji civaka Kurd re bêjin? Ev ne tenê rewşeke derûnî ya gelekî bindest e ku hêzên serdest mezin dibîne û xwe ew qasî biçûk dike. Belê vekirina vê metelokê pir zehmet nîne. Wer xuyaye dewleteke Kurd a Başurê Kurdistanê di rê de ye u ev jî beşeke ji şahîya pîrozkirina avabûna vê dewletokê ye ku bi pilana Musulê destpêkir. DAÎŞê jî tenê rûyê derve yê pilanê ye û rûyê hundur ê  berdewamîya dekû dolaba dervey. Û yên av bi aşê vê makîneyê de kirin Tirkye, Qatar, Arabistana Saudî, Îran û Malikî bi xwe bû. Wê çi din ji bo Kurdan derkeve, bê guman ji bo Kurdan bersiv dayîn pir zehmet nîn e, ew jî hewildana tengavkirin û êrişa ser Rojava ye.

01.07.2014, Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Fûara Stenbolê ye

ad

Ligel hişyariya pisporan jî festîvala muzîkê dê lidar bikeve

ad

29 endamên Koma Aştiyê serbest berdan

ad

‘Antolojîyê Şîîranê Zazakî’ veciya

ad

Cixare 5 salan ji temenê we dibe

ad

Partiya Pêşverû xebatên xwe yên ENKS’ê rawestandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname