Diyarname
Berî 2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'ê duh û îro li Amedê civîneke mezin a DTP'yiyan li dar e.
Di 20'ê vê mehê de li Enqereyê 2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'ê li dar dikeve. Di kongreyê de serok dê bê hilbijartin û meclisa partiyê diyar bibe. Lê berî vê kongreyê civîneke berfireh a DTP'ê li Amedê tevî mebûs, rêveberên navenda giştî, şaredarên DTP'yî û delegeyên DTP'ê li dar dikeve.
Di civîna ku deriyên wê ji bo çapemenî girtî ne de duh gelek tişt hatin nîqaşkirin û ev nîqaş îro jî didomin.
Di vê civînê de dê ji bo serokatiya DTP'ê kes derkevin pêş û wekî endamên meclisa partiyê jî dê yan lîsteyeke yan jî lîsteyeke vekirî bê diyar kirin. Lê bi her awayî dê îro kesek ji bo serokatiya DTP'ê û yek jî ji bo hevserokatiyê diyar bibe.
Her wiha di civînê de nîqaşê ji bo DTP'ê bi têra xwe muxalefet nekir hate kirin, li ser pirsgirêka kurd, xweseriya demokratîk nîqaş hatin kirin.
DTP'yî dikin ku bi vê civînê bi awayekî amade û bihêz derbasî kongreya xwe bibin.