Diyarname
Hunermenda îngilîz a soul û cazê Amy Winehouse li mala xwe ji xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Amy Winehouse hê 24 salî ye û xwedî xelata mezin a muzîkê Grammy ye. Serê wê bi tilyakê re di belayê de ye û niha dike ku ji tilyakê rizgar bibe.
Şêwirmendê çapemeniyê yê Winehouse da zanîn ku ew li mal ji xwe çûye û mavê wê ew rakiriye nexweşxaneyê.
Hate gotin ku hunermend dê şevekê li nexweşxaneyê bimîne.


