logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Kişanak: Ji bo Rojava emê bi zorê deriyan vekin

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di derbarê geşedanên li Serêkaniyê, ambargoya li ser Rojava, qetilkirina 3 jinên kurd û b

  • Dîrok: 29/01/2013
  • Beş: Nûçe

Enqere
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di derbarê geşedanên li Serêkaniyê, ambargoya li ser Rojava, qetilkirina 3 jinên kurd û binpêkirina mafên karkeran axivî.
Kişanak destnîşan kir ku, çete bi destê Tirkiyeyê diçin Serêkaniyê li dijî kurdan şer dikin û xwest hikumet dest ji vê helwestê berde. Kişanak wisa got: "Hemû alîkariya lojîstîk û çekan ji bo hêzên Çeteyên çekdar tên kirin. Lê ji bo gelê rojava alîkariya mirovahî nayê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Heta niha me ev mijar bi hikumetê re nîqaş kir û me xwest çareser bibe. Lê ger ku em di hevditinê de encamê bi dest nexin em dê wekî gel însiyatîfa xwe bikar bînin. Ji bo ambargo rabe em dê însiyatifa xwe bikar bînin. Divê teqez ev ambargo bê rakirin û piştgiriya li pişt çeteyan paşve bikşînin."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanakê di civîna koma partiya xwe de li meclisê geşedanên hefteyê nirxand. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bal kişand ser qezayên dawî û diyar kir ku, di vê serdema ku teknolojî û derfet zêde bûne de qezayên ku pêk tên ji ber sersariya hikûmetê pêk tê. Kişanak anî ziman ku, ji ber venêrtî nayê kirin û detbîr nayên girtin ev qeza pêk tê. Kişanak qezayên ji ber Gaza Xwezayî jî rexne kir û xwest zagonê detbîrê bên amadekirin.

‘ZAGON KEDÊ BINPÊ DIKE SERMAYEDARAN DIPARÊZE’

Kişanak bal kişand ser rewşa karkeran û da zanîn ku, di 2012'an de 420 karker ji kar hatin avêtin û mûçeyê wan tê desteserkirin. Kişanak anî ziman ku, zagon mafê kedê naparêze û sermayedaran diparêze. Ji ber vê yekê rê li pêş sendîkavaniyê digire. Kişanak da zanîn ku, hikûmet li dijî kedê piştgirî daye sermayedaran. Kişanakê destnîşan kir ku, ked ji bo wan nirxê herî pîroze û dê her tim piştgiriyê bidin kedkar û karkeran. Kişanak berxwedana kedkar û karkeran silav kir û destnîşan kir ku, dê her tim li cem wan cih bigirin. Kişanak madalyaya serkeftinê ku hikûmetê dan fîrmaya sermayedaran jî rexne kir.

‘KED DI BIN ÊRÎŞEK MEZIN DE YE’

Kişanak destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê ked di bin êrîşek mezin de ye. Kişanak bilêv kir ku, Tirkiye di qada cînayetên kar de di cîhanê de di rêza yekem de cih digire û wiha got: "Di meha destpêkê a Çileyê de 11 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Di mitînga Zonguldakê de 10 hezar kes kom bûn û li mafê xwe xwedî derketin. Kongreya Gelan ya Demokratîk jî tevlî vê mîtîngê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Em beşdarê mîtîngê silav dikin û piştgiriya xwe didin wan. Em dibêjim lazim e ku bêtir dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin."

‘DI SERDEMA HIKÛMETÊ DE KOLEYÊN FERMÎ PÊŞ KET’

Kişanak bal kişand ser fîrmayên emeleyan û wiha got: "Ji bo mafê karkaren binpê bikin û karkarên bêrêxistin bikin pêş dikeve. Di serdema hikûmeta AKP'ê de ev fîrmayên paletiyê pêş ketin. Şîrket ji bo bi heqekî erzan û bi kedek zêde karkeran bidin xebitandin bi piştgiriya AKP'ê vê qadê mezin dikin. Di serdema AKP'ê de hêjmara karkerên emele 4 qat zêde bûne û hêjmar gihiştiye 4 milyon û nîve. Ji ber ku karkerên emele ji hemû mafê xwe bêparin wekî koleyên fermî dixebitin. Sîgorta wan tuneye. Keda wan erzane. 4 qat dixebitin. Erzan dixebitin. Em dê ji bo parastina mafên karkerên emele têbikoşin. Em dibêjin têkoşîna we têkoşîna me ye."

'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ERMENIYAN ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'

Kişanak bal kişand ser semta Samatya û qetilkirina jinên ermenî û wiha got: "Êrîşên li dijî jinên ermenî yên Semta Samatya ya Stenbolê pêk tên bi zanebûn û planin. Li gorî rapora Mafên Mirovan, ev êrîşên nefretê ne. Bi plan tên kirin. Kişanak da zanîn ku, 5 jinên ermenî yên pîr rastî êrîşê hatin û jina ermenî ya 84 salî Marista Kuçuk hat qetilkirin.

Meh û nîveke li dijî ermeniyan êrîş bi rêk û pêk tên kirin. Lê heta niha walî midûrê polîsan di derbarê vê yekê de lêpirsînek nekiriye û êrîş ronî nekiriye. Ev ji bo Tirkiye şerma herî mezine. Ger ku em nikaribin welatiyên xwe yên ermenî biparêzin ev ji bo me şerme. Divê her kes welatiyên ermenî hembêz bikin. Em heta dawî li cem welatiyên xwe yên ermenî ne û em dê heta dawî li cem wan bistînin. Em dê tu carî wan tenê nehêlin."

‘CHP VÊ FERASETÊ MEHKUM NEKE DÊ TÊK BIÇE’

Kişanak bêyî nav bide axaftina Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler rexne kir û diyar kir ku, ev daxuyanî nijadperestî ye. Kişanak anî ziman ku, gotina 'kurd û tirk ne wekhevin' nijadperestî ye. lê li hemberî vê yekê helwesta CHP'ê li hemberî parlamenterê nehatiye guhertin û wiha got: "Em vê yekê wekî nêzîkatiya kesekê nabînin. Ev gotin li meclisê hatiye kirin. Hişmendiya CHP, hikûmetê û dewletê dide nîşandan. Ev hişmendiya sedsalan a nijadperetiye ye. Ev hişmendiya ku her tim ji bo civakê jahrînî bike tê bikar anîn niha li meclisê tê bikar anîn û helwesta hikûmetê û CHP'ê li hemberî vê yekê nehatiye guhertin. Divê berî her tiştî ev feraset bê mahkumkirin û hikûmet û dewlet bi vê ferasetê re bên rûqalî hev." Kişanak, CHP ji hişyar ki rû xwest helwesta xwe ya li hemberî nijadperestiyê biguhere û vê fearestê mehkum bike. Kişanak, anî ziman ku ger vê feraseta nijadperestiyê mehkum neke dê têk biçe.

'WELATIYÊN TIRKIYEYÊ JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE, LÊ SIYASET NE AMADE YE'

Kişanak anî ziman ku, ger li Tirkiyeyê aqil, wijdan, edalet, wekhevî û rastî tune be tiştek nayê kirin û wiha berdewam kir. "Divê êdî niqaşa wekheviya mafan bê kirin. Dê hemû bawerî, reng, ziman, nasname û nirxên Tirkiyeyê xwedî yek maf bin ya na. Dê kurd, suryanî, elewî, sûnî, tirk, çerkez xwedî yek maf bin ya na. Hûn ji mafên wekhev re amade ne yana. Ger ku hûn bi mijarê li ser bingeha wekheviya magan nîqaş bikin hûn dê bigêjin encamekê. lê ger ku hûn li ser hişmendiya serdestiya nijadekê û yek ziman, yek çand yek ol û yek nasname niqaş bikin hûn nagêjin tu encaman.

Li Tirkiyeyê hemû nasname, reng, bawerî û ziman hurmetê nîşanî hev didin. Lê siyaseta Tirkiyeyê û dewlet ji vê yekê re ne amade ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî hikûmet û hişmendiya yekdest û nijadperest xwe rast bike û amade bike. Divê êdî ev niqaş bê meşandin û guhertinên zagonî bên kirin."

Kişanak ji AKP û CHP'ê xwest polîtîkayên xwe yên nijadperetiyê di ber çavan re derbaz bike û xwe ji bo jiyana wekhev, azad û bi edalet amade bikin.

KIŞANAK: HIKÛMETA TIRKIYEYÊ ÇETEYAN DIŞÎNE SERÊKANIYÊ

Kişanak bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê. Kişanak da zanîn ku, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdan pir xeterin û wiha axivî:"Serêkaniyê bi sînor bûye du perçe û bi hev ne. Di 9'ê çile de hêzên Esad li gundekî Serêkaniyê bombe barandin û piştî vê yekê di navbera hêzên Rejîma Esad û YPG'ê de pevçûn derket û di heman rojê de Çeteyên Çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve şandin Binxetê û li dijî YPG'ê şer dan destpêkirin.

Kişanak anî ziman ku, li Serêkaniyê hêza Esad tune û YPG, Meclîsa Gel heye û wiha berdewam kir: "Tirkiye ji bo Serêkaniyê dagir bike ji Serêkaniya ser xetê çeteyan dişîne bin xetê. Li hemberî vê yekê medya vê mijarê ronî nake. Medya Tirkiyeyê van geşedanên ku ji aliyê Çeteyên çekdar ve peş dikevin naşopîne. Ambulansa 212 diçe binxetê birîndarê çeteyan tîne. Lê çapemeniya Tirkiyeyê vê yekê nabîne. Divê her kes vê rastiyê bibine. Dibê her kes li hemberî vê rastiyê dengê xwe bilind bike.

'ROJAVA WEKÎ XAZEYÊ DI BIN AMBARGOYÊ DE YE'

Kişanak anî ziman ku, Nexweşxaneya Dewletêya Serêkaniyê bi taybet ji Çeteyên Çekdar re dixebite û deriyê xwe li welatiyên sivîl girtiye. Kişanak anî ziman ku, niha li Rojava li 7 bajaran hêzên Esad tuneye û hemû di destê meclisa gel de ye û wiha berdewam kir: "Li 7 bajaran gelê Kurd hêzên esad defin kiriye. Rejima Esad hêza xwe ji wir paşve kişandiye. Ev serkeftine. Ji bo Komara Demokratîk ewlehiye. Divê ev pergal bê parastin û bê xurtkirin. Lê gelê herêmê wekî Xazeyê di bin ambargoyê de ye. Li gel ku 12 deriyê sînor heye jî dîsa derî li bazirganiyê hatiye girtin.

Hemû alîkariya lojîstîk û çekan ji hêzên Çeteyên çekdar re tên kirin. Lê ji bo gelê rojava alîkariya mirovahî nayê kirin. Ev nayê qebûl kirin. Heta niha me ev mijar bi hikûmetê re hiqaş kir û me xwest çareser bibe. Lê ger ku em di hevditinê de encamê bi dest nexin em dê wekî gel însiyatîfa xwe bikar bînin. Ji bo ambargo rabe em dê însiyatifa xwe bikar bînin. Divê teqez ev ambargo bê rakirin û piştgiriya li pişt çeteyan paşve bikşînin."

Kişanak dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê şiband dorpêça li ser Xezzeyê û diyar kir ku wana heta niha hewl da ku bi axaftinê vê pirsgirêk çareser bikin û got: “Ger em encamek bi dest nexin, Înîsiyatîfa gel dê alîkariya gel bigire û berê xwe bide sînor. Em nikarin xwe li birçîbûna wan bigirin. Divê ev embargo tavilê bê rakirin. “

‘JI BO PIŞTGIRIYA ROJAVA HER KES BEŞDARÎ MÎTÎNGA 3'Ê SIBATÊ YA WÊRANŞARÊ BIBIN'

Kişanak anî ziman ku, ji bo ambargo bi dawî bibe di nava hewldanên dene û xwest her kes piştgiriyê bidin wan. Kişanak da zanîn ku, dê di 3'ê Sibatê de li Wêranşarê di pêşengiya meclisa jinê de ji bo piştgiriya Rojava mîtîngê pêk bînin. Kişanak bang li her kesî kir û xwest ji bo piştgiriya gelê Rojava tevlî mîtîngê bibin. Kişanak bang li çapemeniya Tirk û hemû cemaweriya Tirkiyeyê kir û xwest rastî û geşedanên li Serêkaniyê û Rojava rast û ji nêz ve bişopînin û piştgiriyê bidin wan."

'DIVÊ HIKÛMETA AKP'Ê OMER GUNEY KÎ YE, RONÎ BIKE'

Kişanak li ser Omer Guneş jî axivî û wiha got: "Divê hikûmeta AKP nasname, rol, têkiliya Omer Guney ronî bike. Omer Guney kî ye. Têkiliya wî li ser çi esasî bi kê re heye. Bi destê kê ew qas çar hatiye Tirkiye û derketiye. Divê hemû têkiliyên wî bi cemaweriyê re bên parvekirin. Hikûmetê ji bo ronîkirna Parîsê heta niha çi kir. Kî lêpirsînê dike. Çi kirine. Divê heta niha çi kirine û çi nekirine cemaweriyê ronî bikin. Ger ku heta niha tiştek nehatibe kirin wê demê hûn jî bersûcin. Em ji hikûmheta AKP'ê agahiyên ronîkirinê dixwazin. Heta niha hikûmeta AKP'ê li hemberî vê geşedanê tu daxuyaniyên fermî nekir. Em ji hikûmetê ronîkirinê dixwazin".

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Di çîrok û dîrokê de heqîqet

ad

Li Girê Izêr neftek biqelîte hat dîtin

ad

Serokên rêxistinên DTP'ê li hev civiyan

ad

BDP'ê çalakiya 'Rawestina li ser piyan' lidar xist

ad

Ji bo 18 saliya Evrenselê

ad

Gerînendeyê Nûbiharê Çevîk: Ev der mala we ye jî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname