logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Di çîrok û dîrokê de heqîqet

Çîrok û dîrok du peyv in ku di warê fonolojiyê de gelekî dişibin hev, bi ser de jî di warê maneyê de jî eleqedarî hev in

  • Dîrok: 02/10/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Çîrok û dîrok du peyv in ku di warê fonolojiyê de gelekî dişibin hev, bi ser de jî di warê maneyê de jî eleqedarî hev in. Lê yek îşaret bi fiksiyon û xeyalê dike ya din jî qaşo îşaret bi rastî û heqîqeteke rabihurî dike. Mirov dikare bi alegoriyeke hêsan îdîa bike ku ev şibiyana bi hev esas îşaret bi têkiliya di navbera xeyal û heqîqetê de dike.
Ango îfadeya wê yekê ku di xeyalê de rastî û di rastiyê de jî xeyal heye.
Di asta zanista sosyolojiyê de roja me ya îro nexasim jî piştî ew hizra ku fîlozofên Fransî Foucault û Derida di sedsala bîstan de li teoriya sosyolojiyê zêde kir, em pê baş dizanin ku mane û rastî di pêvajoyên civakî de tên hilberîn, manebarkirina gotinan û tiştan ji têgihîştina giştî ya civakî ne qut in; bi gotineke pêvajoyên ji wan re pêvajoyên dîskursîv (bi gotaran ve eleqedar) tên gotin, bi gelek kirdeyên cihê tesîrê li afirandina maneyan dikin.
Heger wisa ye, naxwe jixwe, di her heqîqetê de xeyal û di her xeyalê de jî heqîqet heye. Rastiyên teqez wê demê nabe ku bibe mijareke lêgerîna zanisteke cidî, heta ku em isbat nekin ku ev hizra me ya berî niha pûç e.
Ji ber wê yekê gelek caran em dibînin ku hin komên dînî, etnîk, neteweyî û wekî din dema li rewabûna hebûn û xwebûna xwe digerin, di heman demê de li pey dîrokeke bi rastî qewimî ne. Dema ez li vir behsa bi rastî qewimî dikim, qerfeke eşkere di vê gotina min de heye. Lewma dîrok bi bîr û vegotinê re eleqedar e û ji ber vê yekê bi temamî subjektîf e û mirov esas nikare li rastiyeke mutleq di navê de bigere.
Hingê mîtên damezrîner ên van koman ne mecbûre xwe bispêrin çavkaniyên dîrokî jî, lewma jixwe mît in; lê mirov dikare ji bo dîrokeke neteweyî jî heman tiştî bibêje, ew jî bi qasî mîta neteweyî dikare xeyalî be. Ji nav û deman heta bi bûyeran hemû dikarin fîktîf bin. Ji ber wê jî gotarên li ser rewabûna xwe disipêre "Ji berê ve hebûn, dewamkirina li ser mekanekî diyar" ne ji wan gotaran in ku dikarin di warê zanistî de cîdî bên hesibandin. Ew gotar bi armanca tesîrên civakî ku li gorî armanceke kirdeyekî yan jî gelek kirdeyên siyasî karîger e, tên afirandin û belavkirin. Bi tesîra xwe hene, ne ku bi tiştekî din. Li vir minaqeşeya li ser rastiya hebûna wan çiqasî pûç be, hewildana îsbata rastîbûna wan a mutleq jî pûç e.
Li cem gelek komên dînî, etnîk û neteweyî, heta eşîrî belav e ku gelek bûyerên dîrokî hatine çêkirin, ango bi temamî xeyalî ne. Yan jî hin kesayetên dîrokî li hin bûyeran hatine zêdekirin ku ne mimkûn e hatibin cem hev. Yan jî hin mekan û kesayetên dîrokî yên ku nabe bên gel hev tên gel hev. Ev pratîkên afirandin û rewakirina nasnameyan xwedî tesîr in, û bi tesîra xwe hene û rastî ne. Lê ew ne rastiyên teqez ên dîrokî ne.
Bi ya min mirov dikare gotarên alternatîf biafirîne ku rewabûna nasnameyekê dispêrin dîrokeke kevnar yan jî hin bûyerên gelekî trajîk ên dîrokî; gotareke li ser rewabûna hebûnê û xwebûnê bi hebûna wê kêliyê, li ser gotareke heq û heqîqeta însanî û civakî, wê tesîra gotara din hem di warê civakî de karibe kêm bike û hem jî bikaranîna wê ji bo danederên siyasî yîn mîna nijadperestî, xweçêtirdîtin û şovenîzmê jî kêm bike. Wekheviya heqê hebûn û xwebûnê, dibe ku karibe bibe destpêka têgihîştina heqîqeteke bikêrhatîtir ji bo civakan.    
guldive@yahoo.fr
02.10.2017, Yenî Ozgur Polîtika

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îranê girtiyekî din ê kurd îdam kir

ad

Gaveke dîrokî û virnî

ad

DYA û Talîbanê li hev kir

ad

Festîvala Amedê bi vekirina pêşangehan vebû

ad

Malbata "Kevirên Çeqmaqîn" dîsa tê

ad

Nivîskar Polat pirtûkên xwe îmze kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname