Enqene
DTP'ê piştî 2'yemîn Kongreya Asayî bi armanca nirxandina rewşa siyasî yekem car serokên rêxistinên bajaran civandin.
Serokên rêxistinên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) piştî 2'yemîn Kongreya Asayî li navenda xwe ya li Enqreyê li hev civiyan.
Piştî civîna Meclisa Partiyê (PM) û civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) serokên DTP'ê yên bajêran ji bo nirxandina rojeva siyasî yekem car hatin cem hev.
Cîvîn di bin serokatiya Cîgirê Hevserokên Partiyê Kamuran Yuksek de hate li dar xistin û serokên rêxistinên bajaran li ser rewşa dawî sekinîn.