Diyarname
Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê malpera rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka jî girt.
11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê vê carê berê xwe da rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku li Ewropayê weşanê dike.
Rojnameya ku malpera wê li ser navnîşana yeniozgurpolitika.com weşan dikir de hate qedexekirin. Ji Tirkiyeyê êdî kesên ku dikevin vê navnîşanê nivîsa qedexeya dadgehê ya bi dîroka 09/05/2008 û bi nimreya 2008/2815 dibînin.


