QAMIŞLO
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve.
SZK’ê di daxuyaniya xwe de Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Şehîdên Şoreşê, dayikên şehîd û şoreşgeran û tevahî kurdistaniyan pîroz kir. Her wiha SZK’ê di daxuyaniya xwe de tevahî wêjevanên kurd ên navdar û kesayetên ku ked di ber zimanê kurdî de dane jî bi bîranî. SZK’ê 5 xalên bingehîn ku pêwîst e hikumeta Sûriyeyê di Zagona Bingehîn de bi cih bike diyar kir. Di daxuyaniyê de bang li hemu gelê kurd û bi taybet li jinên kurd hate kirin ku bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî Cejna Zimanê Kurdî bibin.
SZK’ê, di daxuyaniya xwe de netewperestiya modernîteya kapîtalîst ji çand û exlaqê civaka polîtîk qutbûyî binav kir û wiha berdewam kir: "Em wekî Saziya Zimanê Kurdî, netewperestiya modernîteya kapîtalîst ku rê nade azadiya çanda gelan, yek al, yek netewe û yek ziman ku wekî ferza Quranê, li ser gelên azadîxwaz disepîne, wekî ferasetek ku ji çand û exlaqê civaka polîtîk qut bûyî bi nav dikin û em vê zîhniyetiyê bi tevahî red dikin. Ji ber ku neteweya herî zêde ji van ramyariyan re hatiye qurbankirin û hê jî bi awayekî herî hovane tê qurbankirin netewa gelê kurd e."
Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku ji hevpeymana Lozanê ve nijadkujiya (jenosîd) çandî li ser gelê kurd hatiye meşandin û wisa dom kir: "Ji hêla giştî mirovên xwedî wijdan ve baş tê zanîn ku bi hevpeymana Lozanê re dest bi parçekirina kurd û kurdistaniyan hatiye kirin. Ji vê dîrokê vê de hêzên navnetewî û cîranên axa kurd û kurdistaniyan, mafê tunekirina çand û zimanê dayikê ji xwe re rewa dîtin û dest bi êrîşên qirkirin û pişaftina gelê kurd kirin. Zimanê dayikê, ji hêla hişmendiya nijadperest a dewleta Tirkiyê, Sûrî û Îranê ve hatiye qedexekirin û heta niha jî bi heman hişmendiyê ve li ser gelê me siyasetê dikin. Baş tê zanîn ku zimanê dayikê qedexekirin, ev bi serê xwe nijadkujiya (jenosîd) çandî ye."
SZK got ku di her dem û dewranê de gelê me ji bo mafê xwe yê jiyanî wekî çand û ziman têkoşîneke dîrokî daye û wisa got: "Navê vê têkoşînê jî çanda berxwedanê ye. Lewre jî em wekî Saziya Zimanê Kurdî li hemberî van polîtîkayên perwerdeya dagirkeran dibêjin êdî bes e. Her çiqas hikumeta Sûrî di der barê polîtîka xwe ya helandinê de li gor berjewendiyê xwe wekî R.T. Erdogan nêzîkatiyek nerm dabe ravekirin jî lê ev nebes e. Ya rast ev e, hevokên têne ziman divê ku di Zagona Bingehîn de bên tomar kirin."
Her wiha SZK'ê 5 xalên bingehîn ku pêwîst e hikumeta Sûriyeyê di Zagona Bingehîn de esas bigre wisa eşkere kir:
1. Em bang li rejima Sûrî dikin ku rêz ji mafê gelê kurd û giştî gelên ku li Sûrî dijîn re bigere û destên xwe ji pêş çand û zimanê me vekişîne.
2. Divê ku hikumeta Sûrî dev ji polîtîka perwerdeya nîjadperestî berde û bi hişmendiya demokrasiya gelan re xwe nû bike.
3. Divê perwerdeya zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de were fermîkirin.
4. Divê di dibistanên giştî de waneyên zimanê kurdî werin bi cih kirin û li gor vê wezareta perwerdeyê sererastiyek nû di bernameyên perwerdeyê de û di rêziknameyên xwe de bidin pêkanîn.
5. Divê ku ji bo pêkanîna perwerdeya çand û zimanê kurdî tu astengiyan ji perwerdeya dibistanên kurdî re dernexe.
Ji ANHA'yê hatiye girtin