NAVENDA NÛÇEYAN
Fîlmê "Alain" ê derhêner Cibraîl Ebûbekir li Îranê beşdarî festîvala fîlman bû û rastî eleqeyê hat û xelat girt. Derhêner Cibraîl Ebûbekir têkildarî filmê Alan wiha dibêje, “Cara yekemîn e ku derhênerekî kurd ji başûrê Kurdistanê li Îranê xelatek bi vî rengî digire.”
Cibraîl diyar kir ku filmên ji 92 welatan li festîvalê hatine nîşandan û ji van 45 film jî beşdarî pêşbaziyê bûne.
Cibraîl anî ziman ku çîroka filmê wî li ser Alanê kurd e ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û şerê navxweyî yê li Sûrî û rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn Tirkiyê da ku derbasê welatên Ewropa bibin. Lê, berî ku bigihîjin Ewropa ber pêlên Behra Spî ket û xeniqî ye.
Derhênerê filmê ‘Ailan’ Cibraîl Ebûbekir e, muzîka film Omêd Roj çêkiriye û Alan Rojbeyanî jî karê Grafîk û dîzayna film kiriye.
Cibraîl Ebûbekir Rehman di sala 1983’yan de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye û di sala 2001’ê de dest bi karê sînema kiriye. Di nêzî 40 kurtefilm û 13 filmên metrajdirêj de alîkariya kameranan kiriye. Ji sala 2010’an ve jî derhêneriya filmên sînemayî dike.
Ji Rojnewsê hatiye girtin