Diyarname
Tirkiye û Komara Çek derketin hemberî hev. Kî bi ser biketa diçû çarîk fînalê û Tirkiye bi 3-2 bi ser ket.
Di EURO 2008 de di Koma A de îro Komara Çek û Tirkiye hatin hemberî hev. Komara Çek di para yekem a maçê de golek avêt û beşa yekem a maçê bi vî awayî bi dawî bû. Di beşa duyem de Çekan golek din jî avêt û bû 2-0. Lê Tirkiyeyê zor da, golek avêt bi linga Arda. Dûre Nîhat derket holê û bû 2-2. Û kelevanê navdar ê çekan Cech xeta kir, Nîhatî ew efû nekir û maç bi 3-2 bi dawî bû.
Di deqîqeya dawî de qelevanê Tirkiyeyê Volkan êrîşê lîstikvanê Komara Çek kir û qerta sor girt.
Kunyeya Maçê:
Stad: Stade de Geneve
Hakêm: Peter Fröjdfeldt, Stefan Wittberg, Henrik Andren
Tirkiye: Volkan - Hamit, Emre Gungor (Dq. 63 Emre Aşik), Servet, Hakan Balta - Tuncay, Aurelio, Mehmet Topal (Dq. 57 Kazim), Arda - Nihat, Semih (Dq. 46 Sabri)
Komara Çek: Cech - Grygera, Ujfalusi, Rozehnal, Jankulovski - Sionko (Dq. 85 Vlcek), Matejovsky (Dq. 39 Jarolim), Galasek, Polak - Plasil (Dq. 80 Kadlec), Koller
Gol: Tirkiye: Dq. 75 Arda, dq. 87 û 89 Nihat / Komara Çek: dq. 34 Koller, dq. 62 Plasil
**
Di maça din a Koma A de Portekîz û Swîsre hatin hemberî hev. Portekîz ku jixwe derketina çarîk fînalê bi dest xistibû ev maç wekî formalîte bû. Û bi vî awayî lîst. Swîsreyê du gol avêt û bi 2-0 maç bi dawî bû.
Bi vê yekê re maçên di vê komê de temam bûn. Portekîz wekî yekemîn, Tirkiye jî wekî duyemîn derbasî çarîk fînalê bûn.