logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  2. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  3. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Samer û tirsa Komara Tirkiyeyê

Di vê nivîsê de emê samer û kurdan bidin ba hev.. Samerên ku 70 hezar in xwedî çi mafî ne û kurdên 20 mîlyon xwedî çi ne

  • Dîrok: 30/08/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Lokman Polat

Lêkolînvanê hêja birêz Şerefxan Cizîrî li ser “Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê” gotareke hêja nivîsî û nivîsa wî di malpera “Diyarname”yê de hate weşandin. Wî di nivîsa xwe de rastiya modelên xweseriyên demokratîk yên li Skandînavyayê anî zimên.
Ez ê jî di vê gotara xwe de rewşa Samerên li bakurê Swêdê pêşkêşê xwendevanan bikim û bal bikşînim ser tirsa komara Tirkiyeyê ya li hemberî daxwaza xweseriya demokratîk ji bo kurdên bakurê Kurdistanê.
Xwe bi xwe îdarekirin, xwe bi xwe birêvebirin heqê her gel û neteweyî ye. Modelên xweseriyê di pêvajoya dîrokê de li gelek herêmên cîhanê hatine pêkanîn û ev model heta dema me hatiye jiyandin. Di dema niha de jî li gelek welatên cîhanê xweseriyên demokratîk yên herêmî hatine damezrandin. Xweseriyên demokratîk yên herêmî wekî ku birêz Şerefxan Cizîrî jî dibêje: “Ji sedan salan û vir de ev rastî wiha ye… Di civatê de hatiyê pejirandin…” di herêmên xweser de “perwerde, tenduristî, xizmetên sosyal, çand, bajarvanî, personel, avadanî û gelek xebatan din hatinê desantralîzekirin.”
Di nav parlementerên kurd de birêz Bengî Yildiz car caran beyanên gelek baş, rast û balkêş dide. Beyanên wî hikumetê û birêvebirên dewletê aciz dike. Rastî tehl in û birêz B. Yildiz rastiyan tîne zimên. Dema wî got: “Divê bac ji alî xweseriya herêmî ve bê civandin” rayedarên dewletê û birêvebirên hikumetê xwe aciz kirin û li dij derketin. Gotarnivîsên rojnameyên paşverû li dijê wî nivîsên heqaretwarî nivîsîn û li hemberê wî derketin. Wî rastî anîbû zimên û ev hesabê birêvebirên hikumata paşverû nedihat.
Di modelên xweseriyên demokratîk yên cîhanê de xweseriya herêmî û li hinek deran şaredarî bi xwe bacê digirin. Birêvebirên xweseriyê rewşa aborî ya herêmê bi civandina bacê û bi plan û projeyên din berbipêş dixin, hêla aborî rast û dirust dikin û dewlemend dikin. Wekî ku birêz Şerefxan Cizîrî jî dibêje: “Şaredarî bacê digirin û dikarin bi hêsanî tevgera xwe ya ekonomî birêxistin bikin. Plan û programê xwe li gora vê rastiyê deynin. Ango ji aliyê malî de jî şaredarî xweser in. Lê dewleta navendî jî li gora hinek pîvanên neteweyî alikariya hemû şaredariyan dike. Ew pîvan ji bo hemû şaredariyan derbas dibin û li gora krîterên debarî bi rê ve diçin. Ev mafên xweseriyê ku em li vir qala wan dikin hem li wîlayetan û hem jî li şaredariyan dimeşin.”
Damezrandina xweseriyên herêmî li ser bingeha meclisên – parlementoyên – herêmî pêk tên. Herêmên xweser ku ji hinek bajarên herêmê pêk tên mecliseke hevbeş pêk tîne. Pêkanîna wezîfeyan û birêvebiriya herêmê ji alî meclisê bi şêweyeke fermî tê pêkanîn.

Hejmara sameran û herêma lê dijîn
Ji sameran re bi Swêdî “Samerna” dibêjin. Ev gel di nav çar dewletan de belav bûye û ew jî wekî kurdan bûne çar parçe. Bi tevahî hejmara wan 70.000 hezar e. Li Swêdê 20.000 (bîst hezar) samerî dijîn. Sameriyên din li Rusya, Fînlandiya û Norwecê ne. Li Norwecê 40.000 (çil hezar), li Rusyayê 2.000 (du hezar) û li Fînlandê 8.000 (heşt hezar) samer dijîn.
Samerî 10 hezar sal berê ji bakurê Asyayê hatine bakurê Skandînavyayê, li wir bi cih û war bûne û hebûna xwe heta niha domandine.

Parlemena Sameran û partiyên wan
Zimanê sameran zimaneke fermî ye. Di Herêma Sameran de, di dibistanan û zankoyan de zarokên Samerî bi zimanê zikmakî perwerde dibin. Parlamentoya wan ya herêmî parlementoyeke etnîkî ye. Tenê ji sameran pêk tê û têde tenê samer dikarin di vê parlamentoyê de cîh bigirin. Partiyên samerî dikarin beşdarî hilbijartinan û vê parlamentoyê bibin, lê yên seranserê Swêdê anku partiyên Swêdî nikarin beşdarî hilbijartinên parlementoya herêmî bibin. Di herêma Sameran de neh partiyên siyasî yên Samerî hene.

Ala sameriyan li ber ala Swedê ye
Samerên ku li bakurê Swêdê dijîn bi şêweya xweseriya demokratîk çarenûsa xwe pêk anîne. Ew xwedî konseyên birêvebir û parlementoya herêmî ne. Ala wan a xweser heye û digel ala Swêdê pêl dide.
Aboriya Sameran li ser xwedîkirina xezal û peskoviyan e. Mî, bizin û hesp jî xwedî dikin. Muzîka wan û lîbasên wan yên netewî hene û nasnameya xwe bi rûmetî diparêzin. Parlementoya Swêdê biryar girt ku Samerî gelê herî kevin ê bakurê Skandînavyayê ne. Li herêma Sameran bi fermî gelek partî û komelên wan hene û ew di nav pêşbaziya demokratîk de kar û xebatên sosyal civakî û siyasî pêk tînin.
Vekirina Parlementoya Sameran ji alî kralê Swêdê Carl Gustavê XVI’emîn ve  hate vekirin. Yanê her wekî ku li Amedê vekirina parlementoya herêmî ji alî Serokkomar Abdullah Gul ve were vekirin.
Wekî Swêdê her weha li Fînlandê û Norwecê jî xweseriya Sameran hatiye pêkanîn û wan jî mafên xwe wergirtine. Mafên wan di van hersê dewletan de di bin ewlehiya Zagonên Bingehîn de ne. Di zagonên wan de ev maf hatine nivîsîn û parastin.

Swêdê 5 gel wekî kêmnetewe qebûl kirine
Li Swêdê ji hêla fermî ve pênc gel wekî kêmnetewe hatine qebûlkirin û hemû mafên wan hatiye dayîn. Ev pênc gel ev in: Samerî, Fînî, Tornedalî, romanî (çîngene), û Cihu anku Yahudî.
Bi zimanê van her pênc gelan radyo, televîzyon, rojname, kovar û gelek pirtûk têne weşandin. Ji bo pêşxistina çand, ziman û edebiyata van gelan alîkarî têne kirin.

Ferqa dewleta Tirkiyeyê û ya Swêdê
Gelekî ku hejmara wê bîst hezar e û xwedî hemû şêwe mafên netewî û demokratîk e. Û gelekî bîst mîlyon e û ji hemû mafên netewî û demokratîk bêpar e. Ev ferq ferqa samer û kurdan û her wiha ferqa dewleta Swêdê û Tirkiyê radixe ber çavan. Dewleta Swêdê dewleteke demokratîk e, hemû cure mafên mirovî pêk aniye û heq û hiqûqên mirovî parastiye. Komara Tirkiyê netewe dewleteke leşkerî ye, li ser esasê milîtarîzmê ji alî leşkerên neteweperest û şoven ve hatiye damezrandin û hemû mafên gelên kurd û her wiha gelên din binpê kiriye. Dewleta Tirk ji damezrandinê heta îro bi mentalîteya neteweperest û şoven li tiştan nêriye û ji xwe re tabûyên tirsê çêkiriye. Lewre jî îdeolojî û siyaseta xwe li ser bingeha yek netew, yek dewlet, yek al û hwd, pêk aniye.
Welatparêz û şoreşgerên kurd ji bo çareseriya pirsa netewa kurd daxwazên cur bi cur pêşkêş dikin û her ku li gor bîr û raya xwe xweserî, federasyon, konfederasyon û serxwebûnê diparêzin. Daxwazên cureyên ji bo herêma bakurê Kurdistanê ji alî kurdan ve tê daxwaz kirin û kurd ji bo vê daxwazê têdikoşin, şer dikin. Çarenûsa netewa kurd û xwe bi xwe îdare kirin û birêvebirin heqê kurdan e.

Daxwaza Xweseriya Demokratîk maqûl e
BDP û KCD ji bo kurdan daxwaza Xweseriya Demokratîk dikin. Ev daxwaz daxwazên maqûl in, demokratîk in û ji bo çareseriya pirsa netewa kurd daxwazên herî kêm in. Digel vê jî dewleta Komara Tirkiyê ji van daxwazan ditirse û bi tundî li dij derdikeve. Serokwezîr dibêje “çi xweserî, çi hal. Heydê derbas be.” Û kurdan bi qetlîamên nû tehdît dike û dixwaze wan bide tirsandin. Fermandarê berê ê artêşa dewleta tirk Îlker Başbug ji dîplomatekî amerîkî re dibêje: “Tiştê ku divê me bidana kurdan me da wan û êdî em tişteke din nadine wan.” Çi dane kurdan? Hêj jî li gor Zagona Bingehîn a dewletê  kurd tune ne. Li gor zagonên yasayî yên mahkemeyan kurdî qedexe ye. Siyasetmedarên kurd ji bo parastina doza kurd têne girtin. Li dibistanan tenê tirkî heye û merş û sondên nîjadperest yên Kemalîst têne xwendin. Fermandar derew dike û waye li holê ye ku wan tiştek nedaye kurdan. Ji bo xapandinê û çavgirtinê kanaleke kurdî (TRT 6) vekirine lê ew jî ne zagonî ye. Di vê kanalê de propagandaya ola Îslamê tê kirin.
Ji dema ku serok wezîr û serok komarê berê S. Demîrel got kurd hene heta îro hemû serokwezîr, serokkomar û birêvebirên hukumatên ku ji alî partiyên curbecur ve di nav pêvajoyê de hatin damezrandin, siyaseteke tirsonekî û xapandinê tê meşandin. AKP jî durûtî dike û sozê ku Serokwezîr T. Erdogan da kurdan derew derket. Endamê AKP’ê parlementerê kurd ê berê Mîr Dengî Firat bi devê xwe dibêje ku Serokwezîr Erdogan soz û peymana ku daye pêk neaniye û niha berevajê sozê xwe tevdigere.
Belê, samer 70  hezar kes in, xwedî xweseriyê ne, lê kurdên 20 mîlyon ne xwedî xweseriyek in. Ji bo nîqaşa li ser xweseriyê mînaka sameran mînakek balkêş e.

lokmanpolat2000@yahoo.se

***

 

Nivîsên di nîqaşa "LI DINYAYÊ XWESERÎ" de hatine weşandin:

- Kazim Polat: LI SWÎSREYÊ DEWLET JI 'BAJARDEWLET'AN PÊK TÊ

- Çiya Mazî: RÊVEBERİYÊN HERÊMÎ LI TIRKIYEYÊ Û XWESERIYA DEMOKRATîK

- Cemil Oguz: TIRKÊN BULGARISTANÊ KURDÊN TIRKIYEYÊ

- Javier Elorriaga: Ji bo Zapatayan xweserî berxwedan e

- Şerefxan Cizîrî: Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Xweseriya li Belçikayê

- Zekî Ozmen: Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

-Îsmaîl Dîndar: XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?

- Omer Dilsoz: “Xweseriya Demokratîk” û modela Başûr

- Em 'LI DINYAYÊ XWESERÎ'yê nîqaş dikin

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo xebata dij dîktarotî Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Machado

ad

Boyner: Azadiya mirovan ji parçebûna welat girîngtir e

ad

The News: Tirkiye miameleya xirab li jinan dike

ad

SINDOQA HANDA’YÊ

ad

Kesên ku wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya CPJyê bistînin diyar bûn

ad

Derbare Turk de jî fezleke hate amadekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname