Diyarname
Fîlmê Kazim Oz “Bahoz” (Firtina) ku li ser tevgera ciwanên kurd ên salên 1990’î hatiye kişandin dikeve vîzyonê.
Kazim Oz ku di bin banê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê kar û barê xwe yê sînemayê didomîne pêşî bi kurtefîlmê xwe “Ax” derket pêşberî sînemahezan û ji xwe re ciheke taybet vekir. Oz, dûre li ser ciwanekî kurd ku diçe çiyê û ciwakekî tirk ku diçe leşkeriyê lê hay ji hev nîn e; di otobusê de bi hev re rêwîtî dikin fîlmê bi navê “Fotograf” kişand. Derhêner Oz ku par belgefîlmê xwe yê metrajdirêj “Dûr” pêşkêş kir îsal bi fîlmê xwe yê nû bi “Bahoz”ê, bi navê wî yê din bi “Firtina”yê derdikeve pêşberî sînemahezan.
Fîlmê ku li ser serdemekê hatiye kişandin bi awayekî bi îdîa di 14’ê sermawezê de dikeve vîzyonê.
Fîlm li ser ciwanên salên 1990’î, li ser çîroka siyasîbûna Cemal, Rojda û Orhan e. Cemal di ezmûnê de mafê xwendina li Zanîngeha Stenbolê bi dest dixe û ji navçeyeke biçûk tê Stenbolê. Cemal di nav qelebalixa bajarê mezin de di nav tenêtiya hundirîn de ye û bi naşîna komeke ciwanên şoreşger re ev tenêbûna wî ji holê radibe. Bi yek ji rêberên komê Hêlînê re dikeve xirecirê û bi vê yekê re nasnameya xwe kifş dike. Heman pêvajo ji bo Rojda û Orhan jî derbas dibe. Ev ciwanên ku hê nû berê xwe dane salên bîstî xeyalên guherandina dinyayê dikin. Fikra ‘Şoreş’ê bi enejiya wan a ciwan re dibe yek û di fîlm de derdikeve pêşberî me. Fîlmê serdemekê “Bahoz” di heman demê de vebûna saziyên kurdan jî wekî paşkîteyeke pêşkêş dike.
Di fîlm de Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul, Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli,
Kadim Yaşar, Bertan Dirikolu, Engin Emre Deger, Volga Sorgu, Feyzullah Gurdaş, Ececan Gumeci, Çaglayan Bozacı
, Zelal Maraşli, Ali Surmeli, Sinan Bengier dilîzin û muzîka fîlm jî Kardeş Turkuler saz kiriye.
Fîlmê ku îsal yekemîn car di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn di 14’ê meha pêşiya me de bi 40 kopyayê dikeve vîzyonê.
Ji bo fragmanê: BAHOZ
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


