Diyarname
Rojnameya Welat piştî ku dewletê bi kayyûmê dest danî ser çapxaneya lê çap dibe rawestiye. Piştî vê kiryarê Welat nekarî çapxaneyek din bibîne ku wê çap bike û rojname êdî derneket. Kurtedemek li ser înternetê re weşana xwe dom kir lê we jî sekinî. Niha kedkarên çapemeniya kurd bi navê e-rojname li nav qada dîjîtal rojnameyeke bi kurdî derxistin.
Rojname li ser navnîşana www.e-rojname.com dest bi weşanê kiriye. Di manşeta îro de "Kurdî sînoran nas nake" hatiye bikaranîn.