Diyarname
Dema ku tîma wê ji bo Maradona dest bi rêzgirtinê kir, wê berê xwe ba da û paşê got, "Ez ji bo kesekî tecawizkar, pedofil û tacîzkarî nakevim deqeyek rêzgirtinê û ez vê yekê red dikim."
Piştî mirina lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona li gelek welatan ji bo wî berî maçan rêzgirtina ji bo hurmetê li dar ketin. Di fûtbola jinan a Spanyayê de jî dawiya vê hefteyê di navbera tîma Viajes Interrias FF û Deportiva de Abegondo de dê maç bihata lîstin. Berî maçê ji bo Maradona lîstikvan rabûn deqeyek rêzgirtina ji bo hurmetê lê ji lîstikvanên Viajes Interrias FF lîstikvana bi navê Paula Dapena ji dêvla ku raweste, rûnişt û berê xwe jî ba da. Ev yek bal kişand.
Tîma Vijes Interrias tîmeke li Galîsyayê ye, lîstikvan Paula Dapena jî galisyayî ye.
Piştî maçê lîstikvana 24 salî li ser vê yekê dîtinên xwe ji bo rojnameya AS anîne ziman. Lîstikan Paula Dapena dibêje piştî vê kirina wê ew hatiye tehdîdkirin jî.
Ji rojnameya sporê a spanyolî "AS"ê Mayca Jimenez ligel lîstikvan Dapena hevpeyvîn kiriye. Dapena li ser pirsê wisa gotiye: "Çend roj berê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Dinyayê bû kesî tiştek wisa nekir. Ger ji bo van jinan rêzgirtin nehatibe çêkirin ez ji bo vî îstîrmarkarî nakevim rêzgirtinê. Ez ji bo kesekî tecawizkar, pedofîl û tacîzkarî nakevim deqeyek rêzgirtinê û ez vê yekê red dikim. Berî mirov bibe lîstikvanê fûtbolê divê mirov bibe mirov. Divê ji jîrekiya mikemel a Maradona wêdetir nirxên me hebin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Gelo di encama îhmala doktor de Maradona mir?
- Fotoyê rojê: 'Mara' û 'Dona'
- Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin
- Efsaneyê dinyayê Maradona şopeke mezin li dû xwe hişt û çû