Diyarname
Bi bihîstine xebera wefata Elçî re di serî de Ahmet Turk, Sirri Sakik, Hasip Kaplan, Pervin Buldan, Leyla Zana, Îdrîs Baluken, Mulkiye Birtane, mebûsên BDP'ê yên li Enqereyê bûn çûn nexweşxaneyê. Pêre jî gelek kesên ji gel berê xwe dan nexweşxaneyê.
Hate gotin roja 26'ê mehê, saet 11'an de dê li Meclisê ji bo Elçî merasimeke bê lidarxistin. Paşê roja pêncşemê dê bi balafirê cenazeyê bibin Mêrdinê û ji wir jî ji bo veşartin bibin Cizîrê.
Her wiha Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu jî peyamên sersaxiyê dan malbata Elçî.
***
Nûçeya eleqedar:


