Diyarname
HEDEP'a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku wan xwestiye reklama kongreya xwe bidin Radyo Hêvî lê radyoyê qebûl nekiriye.
Rêxistina HEDEP'a Stenbolê 12'yê vê mehê li Kuçukçekmece Yahya Kemal Beyatli Gosteri Merkezî kongreya xwe saz dike. Rêxistinê ji bo reklama kongreyê serî li Radyo Hêvî daye ku li ser frekansa 107,8 weşanê dike û bi giştî stranên bi kurdî pêşkêş dike. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pêşî gotine dê beşa reklamê li wan bigere lê negeriyane, paşê komîsyana HEDEP'ê dîsa li radyoyê geriyaye lê reklama wan qebûl nekirine.
Radyoyek nexwaze reklama partiyên siyasî bide tê fêmkirin lê radyoyek ku berê endamên partiyên siyasî kiribe mêvan û niha bi pereyên xwe be jî cih nede partiyek, ev dibe meseleyeke din. Radyo Hêvî di hilbjartina 2019'an de berendamê AKP'ê Azmi Ekinci kiribû mêvanê bernameyê xwe.


