Diyarname
Amadehiyên 9'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê temam bûn. Gelek panel, konser, xebatên atolyeyan û nîşandayîna fîlman heye. Her wiha di çarçoveya festîvalê de dê meşeke ji bo aştiyê jî pêk bê.
Festîval îsal di navbera 27-30'ê gulanê de lidar dikeve. Di êvara roja yekem de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axaftineke bike û bi awayekî fermî festîval li dar bikeve.
Hin çalakiyên festîvalê:
- Panel: Jin, namûs, azadî
Moderator: Yuksel Genç
Axifger: Mebûsa DTP'ê Ayla Akat Ata, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel, Sekretera Beşa Jinan a KESK'ê Songul Morsumbül, Hîndekara Zanîngeha Bogaziçi Yrd. Doç. Nazan Ustundag
- Dîwana dengbêjan.
-Meşa ji Deriyê Riha heta Deriyê Çiyê (roja duyem, saet 19.00)
- Panel: Di pirsgirêka kurd de modelên çareseriyê
Moderator: Ayhan Bilge
Axifger: Mebûbê DEP'e yê berê Hatip Dicle, rojnameger Oral Çalişlar, mebusê ODP Ufuk Uras, Hevseroka DTP'ê Emine Ayna