HAWKAR MISTEFA / HELEBÇE / ROJNEWS
Di dema kîmyabarana Helebçeyê ya sala 1988’an de hêzên rejîma Îranê 13 hezar pirtûkên Pirtûkxaneya Helebçeyê desteser kiribûn û heta niha ev pirtûk venegerandine Helebçeyê û çarenûsa pirtûkan ne diyar bû. Serokê Komeleya Qûrbaniyên Kîmyabarana Helebçeyê Luqman Ebdulqadir diyar kir ku wan çend caran belgeyên pêwîst dan berpirsên Îranê, der barê cihê pirtûkan de agahî dan wan lê sefaretxaneya Îranê ya li Silêmaniyê ji wan re gotiye ku berpirsên Îranê ev dosya li gel xwe girtine û ne amade ne ku tu gotinekê der barê mijarê de bikin. Her wiha têkildarî dîroka pirtûkxaneya Helebçeyê û girîngiya wan pirtûkan jî rêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Helebçeyê Omer Mihemed da zanîn ku di sala 1936’an de pirtûkxaneya Helebçeyê hatiye vekirin û wiha got: “Berî Kîmyabarana Helebçeyê pirtûkxaneya Helebçeyê li seranserê Iraqê di asta sêyemîn de bû. Lê mixabin îraniyan destê xwe gihand vê pirtûkxaneya mezin û 13 hezar pirtûkên cur bi cur birin Îranê.”
Mihemed da zanîn ku li gel serlêdanên wan ên fermî jî Îran tiştekî nake û wiha axivî: “Sefîrê Îranê dibêje ‘ji ber jehrîbûnê pirtûk hatine tunekirin’. Lê ev axaftin ji rastiyê gelekî dûr in. Em bawer nakin. Ji ber ku di dema kîmyabarana Helebçeyê de Pirtûkxaneya Giştî ya Helebçeyê li cihekî bû ku tu tiştekî kimyayî li wê neketiye, tu welatiyên nêzikî pirtûkxaneyê şehîd neketin. Pirtûkxane nêzî 600 metre ji cihê bombardûmanê dûr bû. Ew hincet bê bingeh e. Ji bo ku pirtûk paşde bên girtin, em ê di nava hewldanan de bin.”


