Diyarname
Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir BB" ku heta niha maçên xwe li sehaya xwe li Şilbeyê dilîst, ji ber eleqeya mezin a temaşevanan cih di stadê de nîn bû. Li ser vê yekê rêveberiyê maça xwe ya hefteya pêşiya me li Stada Ataturk a Diyarbekirê bilîze. Ji bo vê yekê ket nav hewldanan, serîlêdan kir û di encamê de serîlêdana wan hat qebûl kirinl Li gor vê encamê Diyarbakir BB vê hefteyê roja 11'ê mehê saet 13.30 de dê maça xwe li Stada Ataturk bilîze.
Li Tirkiyeyê bi giştî 124 tîm di hemû lîgên profesyonel de dilîzin. Di van 10 hefteyan de Diyarbakir BB di nav van hemû tîman de tekane tîm e ku hê têk neçûye.
Diyarbakir BB di 10 maçên ku lîstiye de her bi ser ketiye û niha bi 30 pûanî dê Spor Toro Lîga 3'yem, Koma Yekem de lîder e.
Diyarbakir BB dê vê hefteyê bi Sancakli Sporê re li Stada Ataturk bilîze.
Bilêtên maçê, Trîbuna VÎP'ê 10 TL, Sergirtî A - B bi 5 TL û trîbuna maraton jî bi 3 TL têne firotin. Yên bixwazin li maçê temaşe bikin roja maçê dikarin ji gîşeyan bilêtan bi dest bixin.
Wekî notek: Stada Ataturk aîdê Diyarbakir Sporê bû. Diyarbakir Spor ku di Lîga Sêyem, Koma Sêyem de dilîze û heta niha di hemû maçan de têk çûye pûanên wê nîn in. Diyarbakir Spor ku rêveberî nekarî bi rê ve bibe, niha teslîmê Kayyumê bû.


