logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

Di Documentarist de ji 40 welatan 80 fîlm hene

Di Documentarist Rojên Belgefîlma a Stenbolê de fîlmên kurdî jî têde ji 40 welatan 80 fîlm hene.

  • Dîrok: 22/05/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Di Documentarist Rojên Belgefîlma a Stenbolê de fîlmên kurdî jî têde ji 40 welatan 80 fîlm hene. Belgefîlmê “Rewşen”ê jî di Documanteristê de du caran tê nîşandayîn.

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documanterist îsal 4’emîn car li dar dikeve. Di Documanteristê de ji Tirkiye û welatên din ên dinyayê tenê belgefîlm têne nîşandayîn. Çalakiya ku pêşengiya wê belgefîlmkar Emel Çelebi û Necati Sonmez dikin, belgefîlmên ji Tirkiyeyê ji aliyê SİYAD’ê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) ve ji bo Documentaristê têne hilbijartin. Çalakî îsal di navbera 31’ê gulanê û 5’ê pûşperê de li dar dikeve û têde ji 40 welatî 80 fîlm têne nîşandayîn û ji van welatan 40 kes jî wekî mêvan tên.

Îsal di bin navê ‘Dinyaya ku me têk bir’, ‘Dîmenên mirovan: Portre’, ‘Panaromaya navneteweyî’, ‘Serdema Post-Komunîzm’, ‘Focus Romanya’, ‘Ji Cîhana Ereban’, ‘Antropolojî-Belgefîlm’, ‘Fîlmên Muzîkê’ têne nîşandayîn. Belgefîlmên ji Tirkiyeyê ku SİYAD’ê bi xwe hilbijartine jî di bin navê ‘Hilbijêra Siyadê’, ‘Panaromaya Tirkiyeyê’ de belgefîlm têne nîşandayîn.

Hilbijêra Helena Trestikova û dersa sînemayê

Yek ji belgefîlmkarên navdar sînemagera çekî Helena Trestikova dibe mêvana festîvalê. Hilbijêreke ji fîlmên derhênera navdar dê bêne nîşandayîn. Belgefîlmê wê “Rene” ku di 20 salan de kişandina wê dom kiriye û di Akademiya Fîlman a Ewropayê de xelata “Belgeselê Herî Serketî” jî têde gelek belgefîlmên wê têne nîşandayîn. “Katka”, “Hîtler, Stalîn û Ez”, “Çîroka Carmen”, “Çîroka Zewacê: Zuzana û Stanislav” û “Piştî Bîst Salan Çîroka Zewacê: Zuzana Stanislav” (Ev belgefîlm li ser piştî 20 salên zewaca wan ku serdema 20 salan tîne ziman hatiye kişandin) hin belgefîlmên Trestikova ne ku di Documanteristê de derdikevin pêşberî temaşevanan. Her wiha Helena Trestikova dê 4’ê pûşperê derseke li ser sînemayê jî bide eleqedaran.

Belgefîlmên antropologekî
Ji Kanadayê Asen Balikci yek ji anropologê girîng e ku ji pêşengên antropologiya dîtbarî ye ku wî ji Alaska heta Bulgaristanê li gelek erdnîgariyan fîlm kişandine. Ev belgefîlmên wî niha tên Documentaristê. “Di Kampa Cemedê ya Behrê de Zivistan”, “Meheke di Jiyana Ephtim D. De” hin belgefîlmên wî ne. Asen Balikci di heman demê de roja 3’yê pûşperê dê dê tevî komek belgefîlmkarî atolyeyeke li dar bixe.

Hin belgefîlmên derdikevin pêş

Belgefîlmê Erik Gandini “Videocracy” ku li ser Silvio Berlusconî ye ku ew dixwazi li Îtalyayê medyayê bigire bin destê xwe hatiye kişandin. Belgefîlm di Festîvalan Fîlman a Venedîkê de gelek nîqaş bi xwe re anî.
Belgefîlmê Andrei Ujica “Otobiyografiya Nikolay Çavuşesku” ku par di Festîvala Fîlman a Cannesê de di beşa fermî de hat nîşandayîn (oto)portroyeke dîktatorî ya zilamek nîşan dide. Belgefîlmê bi navê “Êşa tel a azadiyê” ku li ser lehenga çapemeniyê Anna Politkovskaya hatiye kişandin dê bê nîşandayîn. Anna Politkovskaya li Rusyayê rojnamegereke muxalîf bû ku hate kuştin. Di vê serdema ku li dinyayê, bi taybetî jî li Tirkiyeyê nîqaşa azadiya ji bo çapemeniyê tê kirin de belgefîlm mînakek berbiçav pêşkêş dike.
Belgefîlmê Aleksandru Solomon “Kapîtalîzm: Formula Pêşxistî” li ser jiyana çend karsazan re rewşa piştî guherîna rejimê ya li Romanyayê ya sala 1989’an nîşan dide.
Belgefîlmê Allan Sekula & Noel Burch yek ji wan belgefîlman e ku divê miheqeq bê temaşekirin, bi taybetî jî piştî nîpaşa “Kanalİstanbul”a ku niha di nîqaşê de ye balê wê bikişîne ser xwe.
“Qada Zanîngehê” yê  Stelian Tănase û Sorin Iliesiu çîroka serhildana piştî  dardekirina Çavuşesku pêşkêş dike. Piştî Nikolay Çavuşesku ji ser kar hat girtin muxalîf li Qada Zanîngeha li Bukreşê tên ba hev bi hevteyan çalakî li dar dixin, îdîa dikin ku rejiya heyî berdewama ya berê ye.

Belgefîlmên ji Tirkiyeyê û yên kurdan

Di nav belgefîlmên ji Tirkiyeyê de ku SİYAD’ê ew hilbijartine jî nêzî 30 belgefîlmî hene. “Anadolu’nun Son Goçerleri: Sarikeçililer” (Der. Yuksel Aksu), “Oglunuz Erdal” (Der. Tunç Erenkuş), “Uç Mevsim Bir Omur Karadeniz Yaylalari” (Der. Murat Erun), “…Goç” (Der. Mehmet Ozgur Candan) hin ji wan belgefîlman in.

Her wiha belgefîlmên ku derhêneriya wan derhênerên kurd kirine jî di Documentaristê de têne nîşandayîn.
Yek ji wan belgefîlmê Cemil Oguz “Rewşen” e.  "Rewşen" ji salên 90'î heta 2000'î rewşa Rewşenê, zimanê kurdî, nivîskariya wê demê, pêre jî bûyerên girîng ên van salan nîşan dide 2011’an de hatiye kişandin û berî Documentaristê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û di Rojên Belgefîlman a Egeyê de hat nîşandayîn. "Rewşen" roja 4'ê pûşperê saet 12.00'an de li Navenda Çanda Fransiz, roja 5'ê pûşperê jî saet 14.00'an de li Salona Cezayîrê tê nîşandayîn.
Her wiha ji derhênerên kurd belgefîlmê Aziz Çapkurt “Diya Min Aştî dixwaze”, yê Murat Ozçelik “Olucanlar”,  yê Sabite Kaya “Bedensiz Ruhlar”, yê “Fatin Kanat “Helebce, Hêviya bê Dawî”, yê Ozan Munzur “Jiare” jî hene.

Fîlmên Documentaristê li Akbank Sanat, Navenda Çanda Fransiz, Muzeya Perayê, Salona Cezayîrê,  Sismanoglio Megaro û li Enstîtuya Lêkolînên Anadolu Fransizê (IFEA) têne nîşandayîn  û bilêtên belgefîlman jî bi 4 TL’yî (li MyBilet û li salonên sînemayan) têne firotin.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Husên: Zimanê min welatê min e

ad

Keçikek 19 salî çima întîxar bike?

ad

Fotoyê rojê: 'Mara' û 'Dona'

ad

Ji ber wêneyên Demîrtaş û Talabanî nehiştin were Stenbolê

ad

Lîsteya rêveberiya KNK'ê

ad

Li romana kurdî 'Berfa Sor'ê jî doz vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname