logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Demîrtaş: Kurd wê li çar parçeyên Kurdistanê azad bibin

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li dijî dîwarê şermê û rêsandina têlan li ser sînorê Roboskî de axivî û g

  • Dîrok: 22/12/2013
  • Beş: Nûçe

Cizîr

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li dijî dîwarê şermê û rêsandina têlan li ser sînorê Roboskî de axivî û got, "Tuyê li aliyekî li Îmraliyê bi Serok Apo re hevdîtinê bike, li aliyê din zilmê li gelê Kurd bike. Emê destûrê nedin vê. Kurd wê li her çar parçeyên Kurdistanê azad bibe."

Ji bo mîtîna li Cizîrê ji danê sibê ve ji gelek bajar û navçeyan girseyên gel bi konvoyan herikîn Cizîrê. Li navçeyê jî Cizîriyan serê sibê berê xwe dan qada mîtîngê. 

Beriya mîtîngê bi hezaran kesên li qadê kom bûn, li ber stranên Koma Brûsk û Koma Sorxwîn ên ser bi Navenda Çandê ya Mem û Zîn govend gerandin. Li jorê dikê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi heyeta BDP'ê re hatiye kişandin, bi mora "Însiyatîfa Gel a Êlihê" hat daliqandin.

Ciwanan jî ala PKK'ê ya bi metreyan dirêj li qadê gerandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û destnîşan kir ku ewê lehengiya gelê Rojava ti carî ji bîr nekin. 

KAPLAN: YÊN KURDAN NAS NEKIN, KURD JÎ WAN NAS NAKIN

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hesîp Kaplan jî da xuyakirin ku gelê Kurd bi sedan salan ev sînor nas nekiriye û dê ji niha û pê ve jî nas neke. Kaplan ragihand ku ew duh li Rusya yê bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re rûniştiye û got, "Ji min re got, silavên min ên germ ji gelê Cizîrê re bibe, em dizanin ku ew li gel me ne."

Li ber dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" Kaplan hewl da axaftina xwe dewam bike û got, "Kurd dê bi yekitiyeke bi heybet beşdarî konferansa Cenevre-2 bibe. Dema me navê Kurdistanê li raporên Meclîsê bicihkirin ew kesên har bûn, bila xwe xwaro maro nekin. Ew nav dê di raporên Konferansa Cenevre de bicih bibe."

Kaplan bal kişand ser rewşa parlamenterên girtî û got, "Hevalên me ji sedî 90 deng ji we girtin, ew vîna we ne. Yên vîna we nas nekin, em wan qet nas nakin. Ew ji bo meqem, mehaneyan nebûn parlamenter, ew ji bo naskirina vîna vî gelî, azadî û nasnameya we bûn parlamenter. Lê yên din çi dikin; ew ji bo qutiyên pêlavan bi dolaran dagirin bûn parlamenter û ji ber wê ketin girtîgehê."

DEMÎRTAŞ: JI BO ME QAMIŞLO ÇI BE NISÊBÎN JÎ EW E

Li dû Kaplan Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û girseya gel silav kir. Demîrtaş got, "Bi girseyeke ewçend bi coş, ji bo destekirina Rojava ya li hemberî dorpêçiya giran a çeteyan li ber xwe dide û bi armanca şermerzarkirina hikûmeta AKP'ê ya destekê dide çeteyan, em îro li vir in." Demîrtaş diyar kir ku çeteyên êrîşî Rojava dikin ji Tirkiye û gelek welatên Ewropayê destekê digirin.

Demîrtaş bal kişand ser hewldanên destekkirina şoreşa Rojava û got, "Niha Kurd li her derê destê xwe yê alîkariyê dirêjî gelê Rojava dike. Lê belê ji her alî ve ambargo tê meşandin. Li wir jî pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan qebûl nakin, li wir jî Kurdistaneke azad naxwazin. Ji ber vê yekê em bi awayekî vekirî ji vê derê wan protesto dikin. Ji bo me Qamişlo çi be, Nisêbîn jî ew e. Cizîr çi be, Cizîra Botan jî ew e. Îro eger li hemberî wê derê ambargo bê meşandin, dê ev ambargo li hemberî me jî be. Gelo emê destûrê bidin vê? Na emê destûrê nedin."

Demîrtaş da xuyakirin ku Kurdên ji bo azadî û statuya xwe dê di bin navê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibe, hewl tê dayîn ji aliyê hikûmeta AKP û Serokwezîr Erdogan ve bên astengkirin û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Tuyê li aliyekî li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, li aliyê din jî zilmê li gelê Kurd bike. Emê destûrê nedin vê. Eger Kurd wê li derekê azad bibe, wê li her çar parçeyên Kurdistanê azad bibe. Em siyaseta vê dikin û emê her tim siyaseta vê bikin. AKP niha gokê diavêje derve. Radibe dibêje di nava dewletê de dewlet heye. Em jî dibêjin Rojbaş Serokwezîr. Dema dest gihaşt te, dema dest gihaşt pereyên te yên di qutiyên pêlavan de hişê te hat serê te. Li Wanê zarok bê pêlav digerin, dicemidin. Di qutiyên pêlavên te de jî dê zarokên wezîrên te pereyan bibin. Ka durustiya te, kanî ji dilbûyîna te. Duh dema Kurd dihatin binpêkirin te ew diavêt girtîgehan, lê îro dema alîgirên te ji karên nelirê ket hepsê, tu radibe dibêjî 'ev komployeke mezin e.' Gelo feraseta te ya edaletê ev e."

Demîrtaş di dewama axaftiya xwe de diyar kir ku polîtîkayên komkujiya li hemberî Kurdan hînê dewam dikin û ji Serokwezîr re got, "Berpirsyarên komkujiya Roboskî derxîne holê, darezîne. Berpirsyarên komkujiya Geverê derxîne û darezîne, ku em jî bi te bawer bikin ku tu ji dewleta paralel ne razî ye."

Demîrtaş balkişande ser qetlîama Roboskî û got ku bi aşkera kirina berpirsiyarê qetlîama Roboskî AKP dikare dest bi tesîsa edaletê bike. Demîrtaş wiha pêl da axaftina xwe: “Di şerê nava AKP û Cemaetê de em dizanin her dû alî jî sûcdar in. Cemaet gelo nû hînbû ku AKP diziyê dike. Bi salane bi hev re dizî dikirin. Îro şerê rantê dest pê kir lewma wisa dikin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de ji bo hesab bidin em ê bi şev û roj bixebitin. Ev saleke Serok Apo wan hişyar dike lê guhdar nakin. Kurd bi dewleta paralel dizanin. Lewra herî êşa mezin me kişandiye ji van derdoran. Ji ber çi em dizanin du rojên kurdan hene. Yek roja li ezman me germ dike ya din jî Serok Apo ye. Ew me her dem ronî dike.” Demîrtaş wiha got: “Ligel hemû hilbijêrên we tev girtî ne we bi paş ve gav neavêt. Kîjan hevalê me bibe namzed yê din dê xebatê bidomîne. Em ê serkeftineke mezin pêşkêşî dayikan û we bikin.”

Piştî axaftinan bi deh hezaran girse ber bi sînor ve meşiya. Gel li sînor belav bû û temamê barîkatên polîsan danîbun ruxandin. Dîsa alên PKK’ê li xaka sînor çikandin. Ligel polîsan bê navber anonsa mayinan dikir jî dîsa tu kes ev yek guhdar nekir û bi dirûşman dilsoziya xwe ya ji bo şoreşa Rojava anîn ziman.

Girse demekê li sînor rawestiya û bi meş ber bi navendê ve herikî. Li navenda Cizîrê polîs bi bombeyên gazê mudaxelekir û girseyê jî bi keviran û fîşekên hewayî bersiv dan.


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Documentarist bû 10 salî, belgefîlmên kurdî jî hene

ad

Pirtûka ceribandinên Ahmet Altan bi gelek zimanan tê weşandin

ad

Xwebûn gihîşt 50

ad

Li Nisêbînê kesek 50 salî hat kuştin

ad

Bi jiyan û berhemên xwe Mela Mehmûdê Bazîdî

ad

US Open dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname