Diyarname
Kovara bi tirkî û kurdî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê niha hejmara xwe ya 44'an a mehên gelawêj-rezber-kewçêra 2026'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Kovara ku her meh dosyayeke amade dike, di vê hejmarê de li ser "Lijneya NATO'yê, siyaseta herêmê û pêvajo" dosyaya xwe amade kiriye.
Îsmet Akça, Yusuf Karadaş, Zafer Yoruk û Sinan Çiftyurek li ser mijarê di dosyayê de dîtinên xwe anîne ziman.
Helbestvan Ahmet Telli di meha tîrmehê de canê xwe ji dest dabû. Nivîskar Vecdi Erbay bi sernavê "Şiirleri ve yoldaşligiyla Ahmet Telli" nivisek li ser Telli nivîsandiye. Li aliyê din Eskerê Boyîk li ser "Cegerxwîn", Hazal Kar jî li ser "Gulîzar"ê nivîsandiye.
Li ser sînemayê du nivîs derketine pêş; Ji van Zekeriya Aydogan bi kurdî "Ji ber ku sînema li wir e" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Îlhamî Vural jî li ser "Kurt Sînema Çaliştayi" (Komxebata Sînemaya Kurd) ku li Amedê li dar ketibû nivîsandiye.
Ji bilî van, Fewzi Bilge, Omer Leventoglu, Cihan Roj, Aydin Karatay, Haşîm Yetîm, M. Ender Ondeş bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê.
Li aliyê di di beşa helbestan de jî helbestên Ahmet Telli, Berken Bereh, Cîhan Roj, Akman Gedîk, Haden Oz, Nîman Evdilhekîm hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
www.kovaradilop.net
*********
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
*********


