Henîfe Hisên
Di dîroka mirovahiyê de, bi taybet jî di dîroka kurdan de li ser vê xakê tarîtî û ronahî weke rêgezekî jiyanê bi awakî sotîner hatiye jiyîn. Weke rêgezekî ji rêgezên felsefe û baweriya Zerdeşt e. Rêgezekî wiha ye ku mirov dikare jê dersên mezin derxîne û fêrker e. Ronahî zanist e û zanist jî pîvaneke azadiyê ye. Tarîtî jî cehalet e, di cehaletê de man jî koletî ye. Mirov her tim ji şaşitî û cehaleta xwe dersan derdixîne û ber bi ronahiyê ve dikeve ser rê. Lê dema mirovek cahil be û ketiyê berjewendî û ajoyên xwe be, wê demê di şaşitiya xwe de israr dike û dibe dijminê hemû hebûnên di cîhanê de.
Dema em li dîroka gelê me dinêrin, em dikarin di rastiya civakî ya gelê xwe de van herdu rêgezan bibînin. Li gorî destana Gilgamêş ku qala gelê li Mezopotamyayê dike de, em dikarin rastiya Humbaba yê parastina daristanê dike û Enkîdoyê ku fêrî jiyana bajaran ya ku têde kêf û zewqa jiyana bajarî weke vexwarin, jin û kêf heye dike. Herdu jî kurd in. Ji ber ku Humbaba parastina daristanê dike, wî weke hov û ne şaristanî pênase dike. Lê Enkîdoyê ku ji Gilgamiş re rêbertî dike û diçe ser Humbaba yanî xiyanetê li gelê xwe dike jî weke hevalê herî baş ê Gilgamiş pênase dikin. Di encamê de bi xiyaneta Enkîdo daristan tê dagirkirin, Humbaba tê kuştin û gelê wî jî di bin navê şaristanî de tên kolekirin.
Ev xeta xiyanetê ji dema Enkîdo ve di nava kurdan de ji milê dagirkeran ve hatiye gurkirin û mîna kurmê darê bi kar anîne. Bi destên wan hemu fersendên dîrokî ku hatine ber gelê me bi destê vê klîkê têk birine. Niha jî ENKS bi taybet jî Brahîm Biro, Ebdulhekîm Beşar û Fuad Elîko mîna kurmê darê ji destpêka têkoşîna me li cem dagirkeran cih giritine û li dijî şoreşê sekinîne. Tevî ku koalisyona nîştimanî Sûrî bi awayekî vekirî dijmintiya şoerşa me dike jî ev kes bê ku rûyê wan sor bibe di nava koalisyonê de dimînin û heta bi wan gelek daxuyaniyan belav dikin. Di vê dema dawî de ku belgeya Dîmistura ya meşhûr ku di encama nêrîna herdu terefan de derxistiye, piştî îlana federasyona demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûrî hatî îlankirin hin kesên ji koalisyonê heqaretên xerab li gelê me kirin jî. Hîn jî li wir mana wan bê wate ye û bi rastî ji milê gelê me ve weke xiyanet tê bi navkirin.
Em dizanin di nava van partiyan de kesên welatparêz û bi namûs hene. Niha di nava wan de nîqaşek jî heye, lê nikarin bibin xwedî helwest. Ji bo wê em dibêjin, niha ew dem e ku hûn van kesên xwefiroş bi tenê bihêlin û werin tevlî têkoşîna gelê xwe bibin. Yan na hûn ê li hemberî gelê xwe rûreş bin û hûnê li beramberî dîrokê bên darizandin. Hîn dem heye bi awayekî merd derkevin pêşiya gelê xwe û lêborîna xwe bixwazin wê demê belkî ev gel we efû bike. Nebe şensê we nîne ku hûn serbilind bijîn. Şoreş wê bi serkeve hûn ê jî bi rûreşiya xwe re bimînin.
04.04.2016, Yenî Ozgur Polîtîka