Diyarname
Qeleparêzê Kolombiyayê Faryd Mondragon ku demekê li Tirkiyeyê di tîma Galatasaray de jî dilîst derbasî dîroka dinyayê bû.
Di maça Kolombiya û Japonyayê de Kolombiyayê bi 4-1 maç bi dest xist. Lê ji vê skorê wêdetir lîstina qeleparêz Mondragon şanenava xwe li maçê da. Mondragon di deqîqeya 84'an de ji dêvla qeleparêz David Ospiana ket maçê û bi vê yekê bû qeleparêzê herî extiyar ê ku di Kûpaya Cîhanê de dilîze. Mondragon 43 salî ye.
Berî Mondragon ev rekor di destê qeleparêzê ji Kamerûnê Rojer Milla de bû. Milla di sala 1994'an, di Kûpaya Cîhanê ku li DYA'yê li dar ket de li hemberî Rusyayê lîstibû. Wê çaxê Milla 42 salî bû û ji 42 salên xwe jî mehek û 4 roj derbas kiribû.
Niha Mondragon 43 salî û 4 roj bû, bi vê temenê xwe rekor ji destê Milla girt.