Ergun Babahan
Serokomar Erdogan bêyî raweste bi hêrsa xwe hem welat ber bi kendalek ve dibe hem jî ji bo yên ku wekî wî nafikirin, najîn, xerc nakin jiyanê li wan dike jehr.
Ger xeyala pergala serokdewletî ya di bîra Erdogan re pêk bê, wekî komarên tirkî emê bibin nîv faşîzan, bibin xwedî pergaleke li gor dilê xwe. Dê ewlehiya mal û canê me tenê girêdayî vîna kesekî be, ewelî, sekuler, ateîst dê tenê li gettoyan bikaribin bijîn, cihên ku bi sedan salan e reng dane Anadoliyê dê bi lez vê axê terk bikin.
Zêde ne mimkûn e CHP û MHP ji dengên xwe yên heyî zêdetir dengan bigirin. Tekane partiya ku fikra di serê Erdogan de xira bike HDP ye. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek muhîm e ku HDP bendava sedî 10 derbas bike, bi vê yekê dê pêşeroja Tirkiyeyê şikil bigire.
HDP ku li meclisê bi awayekî xurt bê temsîlkirin, berî her tiştî dê bendê deyne pêşiya zordariya li ser jinan. Jinên ku etekên kin li xwe dikin jî, yên serê xwe girê didin jî bêyî li serdestiya siyasetê binêrin dê li gor dilê xwe bijîn ji bo vê yekê jî divê HDP li meclisê be.
PARTIYA HERÎ BI BANDOR a MUXALEFETÊ
Di salên pêşiya me de parçenebûna bo Tirkiyeyê jî girêdayî bi awayekî serketî derketina ji sindoqê ya HDP'ê ye. Li Tirkiyeya ku CHP û MHP nikarin heri Başûr, HDP'ya ku li Rojavayê Tirkiyeyê hebe, ev yek dê bibe sîgortaya yekîtî û bi hevrebûnê jî.
Zagoneke Bingehîn ku bi keda HDP'ê jî hatibe çêkirin dê tenê ne li pêşiya siltanbûnê bigire, di heman demê de dê bike ku Egeyê laîkî, Anadoliyê mihafezekariya bijî, Başûr nasnameya xwe bi awayekî azad bijî.
Selahattin Demirtaş û hevalên wî hem di hilbijartina Serokomariyê de, hem jî di hevdîtinên li ser Zagona Ewlehiyê ya Navxweyî ya li Meclisê de nîşan dan ku muxalefet çawa bi awayekî bibandor çawa tê kirin.
Her dengê ku bidin HDP'ê dê nîşan bide ku Tirkiye berê xwe dide Rojava, yan jî ber bi maceraya despotîk a Rojhilat ve diçe. Ya herî girîng her deng dê hewesa Siltanî bişkîne, dê rê li ber dosyayên karên nelirê yên bi zorê serê wan hatibû nixumandin, careke din bêne vekirin û hesab bê pirsîn.
ENDAMÊN MÎT'Ê KU KETITAN NAV RÊXISTINÊ...
Ji ber vê yekê di dema pêşiya me de emê bibîn ku dê provakasyon bêne çêkirin û HDP wekî alîgirê şîdetê bê nîşandayîn. Di doza Seraba ku bi molotofê hatibû şewitandin me dît ku endamên MÎT'ê çiqas ketine nava tevgera kurd.
AKP bi îdîaya molotofan dixwaze Zagona Ewlehiya Navxweyî derxe lê siltanê ker bi xwe jî bihîst ku ajanên MÎT'ê ew tolotof avêtiye. Ger heta hilbijartinê gelek bûyerên bi vî rengî derkevin jî em şaş nebin.
Pevçûna li Zanîngeha Egeyê derket, êrîşên ku li gelek navendan li hemberî avahiyên HDP'ê hatin kirin hemû tevgere plankirî destnîşan dikin.
Yên ku qedera wan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye zor e. HDP bendavê derbas bike jî neke jî dê ew rehet nebin. Lê ger em dixwazin Tirkiyeyek demokratîk çêbibe gere em kedê bikin ku HDP zor lê bike ku sedî 15 dengan bigire. Ji ber vê yekê ez dengê xwe didim HDP'ê.
ergunbabahan@millet.com.tr
26.02.2015, ji rojnameya Millet hatiye girtin
Werger: Cemil Oguz