Diyarname
Tîma fûtbolê ya Agirî "Agri 1970 Spor" di Koma 1'em a Lîga Amator a Herêmî (BAL) dilîst û berî lîg bi dawî bibe bi 2 hefteyan bû şampiyon. Agirî 1970 di maçên lîstin de tenê carek têkçû. Di maça dawî de ligel Erciş Gençlik Belediye Sporê lîst û maç wekhev bi dawî bû. Bi vê tîma Agirî şampiyoniya xwe ragihand. Bi vê encamê Agirî 1970 mafê lîstina Play Offê bi dest xist. Ger di Play Offê de bi ser bikeve dê derkeve liga profesyonel Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê û sala bê di vê lîgê de bilîze.
Dîroka Agirî Spor
Agri 1970 Spor di sala 1970'ê de hatiye avakirin. Agri 1970 Spor di navbera salên 1998-2002'yan de di Lîga 2'yemîn, di navbera salên 1984-1993, 1994-1998, 2002-2003'yan de di Lîga 3'yemîn de lîst. îsal tîm di BAL'ê de bû û bû şampiyon.


