logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Notên ji 1 Gulana Stenbolê (Hat nûkirin)

Rehet dikare bê gotin li Stenbolê "Rewşa Awarte" heye. Ji bo ku karker 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pîroz nekin dewle

  • Dîrok: 01/05/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Rehet dikare bê gotin li Stenbolê "Rewşa Awarte" heye. Ji bo ku karker 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pîroz nekin dewlet û hikumeta Tirkiyeyê li Stenbolê hemû biryarên qedexeyê girtine û hemû hêza xwe ya ewlehiyê daxistiye kolanan. Vane notên ji Stenbolê:

 

15.30

- Komeleya Hiqûqnasên Kartalê ragihand ku hejmara kesên girtine bin çavan derket bi ser 250'î. 

- Berendamê mebûsî yê HDP'ê yê Herêma 2'yemîn Salih Şahin jî girtin bin çavan. 


14.30

- Li gelek kuçeyên Beşîktaşê polîs hê jî erîşê gel dikin. Gelek bombeyên çavsotîner têne bikaranîn. Polîsan camên avahiyek şikandin û xwestin bikevin hundir. Polîs her kuçeyê ketiye dû çalakvanan, dixwaze wan bigire bin çavan. Di vê navberê de li Beşîktaşê xebatkarekî otoparkê kêr li çalakvanekî da û ew birîndar kir.

- Mebûsa HDP'ê Sebahat Tuncel di encama êrîşa polîsan de ji ser hişê xwe çû. Di serî de mebûsa HDP'ê Pervin Buldan, rêveberên din ên HDP'ê jî para xwe ji gava çavsotîner girtin. (Rewşa mebûsan baş e. Ev not paşê lê hat zêdekirin)

 - Li Qada Kartala Stenbolê jî polîsan êrîşê gel kir. 

14.00

- DÎSK'ê agahî ji bo Walîtî şandibû ku ji Beşîktaşê bi komek biçûk here Taksîmê. Li benda agahiyê bû, lê destûr nehat dayîn û polîsan saet nêzî 14.00'an bi bombeyên çavsotîner êrîşê komek gel ku hê li wir bûn  kir. TOMA'yê jî bi avê êrîşê gel kir. (Dê daxuyanî bihata dayîn, polîsan nehişt)

- Li Fulyaya Beşîktaşê ligel polîsan hin kesên sivîl ku sope di destên wan de bûn êrîşê çalakvanan kirin û li wan dan. Polîsan dest neda wan êrîşkaran.

- Hat îdîakirin ku polîsan anons kiriye gotiye zêdetir kesan bigirin bin çavan. 

13.00

- Li gor nûçeya ETHA'yê nûçegîhana ETHA'yê Ece Şimşek li Okmeydani di êrîşa polîsan de bi guleya plastîkî ji pişta xwe hate birîndarkirin.

- Maseya Qeyranê (Ji ÎHD, ÇHD, TOHAV û gelek saziyên din pêk tê) ragihand ku hejmara kesên hatine binçavkirin derketiye 150'î.

 

12.30

- Komîteya Pîrozbahiya 1 Gulanê bi polîsan re xeber da û xwest  rê bê vekirin. Serokê DÎSK'ê Kanî Beko piştî hevdîtinê got: Me xwest pevçûnên li derdorê çêdibin rawestin, barîkat bêne rakirin û hevalên me bên vir. Paşê emê dîsa nirxandinê bikin. Piştî hevalên me bên vir em dixwazin bi komek sembolîk derkevin Taksîmê.

 

- Li Kadikoy komek ji SÎME-SEN'ê dest bi pîrozbahiya 1'ê Gulanê kir. Wan jî biryar dabû ku li Kadikoyê pîrozbahî bikin.

 

 

11.30

- Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Mebûsên HDP'ê Pervin Buldan  û Sebahat Tuncel, Hevserokên HDP'ya Stenbolê Cesim Soylu û Ayşe Erdem ligel rêveberên HDP'ê hatin Qada Beşiktaşê.

 - Komek endamên Partiya Komunîst ku li Taksîmê li avahiyeke ber qadê xwe bi cih kiribû, ji nişke ve derketin û ber bi Qada Taksîmê ve beziyan. Kom li ber peykera qadê gihîştin hev, bi gotineke din ji bo çend deqeyan be jî ketin qadê lê polîsan di cih de êrîşê wan kir û ew girtin bin çavan.

- Serokê DÎSK'ê Kanî Beko li Beşîktaşê daxuyanî da û got ku li gelek herêman telefon ji bo me tên, ajokarên otobusan têne tehdîdkirin ku karker û kedkaran nebin. Her wiha polîsan dest daniye ser ehliyeta hin ajokaran.

11.00

- Baroya Stenbolê daxuyanî da (saet li dor 11'an) û got ku heta niha 70 kes hatine binçavkirin.

 

10.30

Kedkarên dewletê li Bakirkoy in

- Turk-îş ku wekî sendîkayeke dewletê tê dîtin îsal jî ligel sendîkayên din nebû yek û biryar da ku li Bakirkoyê 1'ê Gulanê pîroz bike. Turk-Îş ligel partiya Dogu Perinçek Vatan Partîsî li Bakirkoy hat ba hev û dest bi pîrozbahiyê kir.

- Endamên Egîtîm Senê ku ji Încîrliyê dixwestin herin Taksîmê polîsan pêşî li erebeyên wan girtin. Ev yek bû sedem ku rê jî bê girtin.

- Li Zîncîrlîkuyu komek xwest bê ba hev polîsan nehişt. Polîsan bi TOMA'yan êrîş kir û ew belav kirin.

- Li Pangaltiya Şîşlî jî polîsa êrîşê komê kirin.

09.00

- Walîtiya Stenbolê pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Taksîmê qedexe kir. Ji bo vê yekê derdora Taksîmê bi bariyeran hate girtin. 

- Li Stenbolê 20 hezar polîs li her derê hatine bi cih kirin, ligel TOMA'yan.

08.00

Hemû rêyên derdikevin Taksîmê betal kirin 

- Metrobus ji Kadikoy nayên ku hatin betalkirin. Metrobusên ji Avcilar jî tê heta Cevizlibag tên, ji wir wêdetir hatin betalkirin. Metroya ku diçe Taksîmê hate betalkirin. Keştiyên diçin diçin Karakoy hatin betalkirin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 09 2026

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Faust'ê dest avêt 'Şêrê Zêrîn'

ad

HAT NÛKIRIN: Li Meclisê HDP'ê ligel diruşman dest bi çalakiya rûniştinê kir

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê dest pê kir

ad

Li Qereqoçanê Festîvala Çand û Xwezayê, va ye bername

ad

'HDP nikare Şirnex û Sûrê ji bîr bike û here Yenîkapiyê.'

ad

Di doza Narîn Guranê de 8 kes hatin girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname