Stenbol
Îro nameyeke ji navçeya DTP'ê ya Gazîosmanpaşayê re şandin û du DTP'yiyên ku name xwendin bi jehrê ketin.
Li gor agahiyên ku bi dest ketine saet li dor 15.30'yan nameyeke ku ji Postexaneya Kuçukçekmeceyê bi APS'ê şandine gihîşt navçeya DTP'a Gaziosmanpaşayê. Name ji aliyê rêveberên DTP'ê Zekiye Işık û Ahmet Ece ve hate xwendin, piştî kêliyekê her du rêveber verişiyan û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate gotin ku rewşa rêveberan baş e.
Her wiha hate gotin ku di nameyê de çêr û dijûnên xirab ji bo DTP'ê hatibûn nivîsandin.


