Diyarname
Li bajarê Sine mamosteyekî kurdî yê bi navê Muxtar Esadî roja 18'ê mehê li mala xwe hat binçavkirin û hat girtin.
Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê piştî ku Esadî birine Midûriyeta Sineyê, ew nizanin paşê birine ku derê. Tor dibêje Esadî piştî girtinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Esadî li Zanîngeha Tehranê lîsansa bilindkiribû, ew berê jî çend caran hatibû binçavkirin.


