Amed
Cîgirê Wezîrê parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo li ser rewşa dawî ya HSD'ê û xalên din ji bo ANHA'yê axivî.
Va ne çend gotinên wî;
HERÊMA ROJHILAT, 3 PARÊZGEH
- Min erka xwe wekî cîgirê wezîrê parastinê li Herêma Rojhilat di wezaretê de wergirt. Di wezaretê de dabeşbûnên li ser bingehên herêman hene û 5 herêm hene; Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û Navîn. Di rêveberiya Herêma Rojhilat de 3 parêzgeh; Reqa, Dêrazor û Hesekê hene.
Em niha rêvebertiya vê herêmê ji bo temamkirina rûniştandina sazûmaniya rêxistinî, mijarên jinûve bicihkirin û belavkirina hêzan li tevahî cografyaya hatiye bibîrxistin û pêkanîna yekkirina hemûyan di bin yek fermandariyê li herêmê de, dikin.
- Em niha di qonaxa avakirina artêşa Sûriyeyê de ne. Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê çawa tev li artêşê bû, her wiha bi dehan teşkîlatên din ên leşkerî jî tev lê bûn, lê hîna hemahengî pirsgirêk e û em negihaştine heykelekî leşkerî ya giştî ji bo artêşê.
TÛGAYA KOBANî, HESEKê, QAMIŞLO Û DÊRIKÊ
- HSD, li gorî Peymana 29'ê Çileyê/Rêbendanê, 4 tûgay hatin avakirin û bi awayekî fermî entegreyî sazûmaniyê bûn. Me gelek caran digot hejmara hêzan mezin e. Lê niha 4 tûgay bi awayekî fermî û li gorî peymanê tev li artêşê bûne; tûgaya Kobanê, 3 tûgayên din li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê. Di aliyê rêxistin û fermî de entegre bûn, niha jî li ser aliyê pratîk xebat tên kirin. Gavên pratîk wekî dewreyên di akademiyên leşkerî yên artêşê de, hevdîtinên meydanî di navbera fermandaran û pirsporên aliyên leşkerî yên cuda û pevguherîna pisporiyan hene.
HEJMARA HSD'Ê, LI SER VÊ NÎQAŞ DIDOMIN
- Rastiyek heye ku hejmara HSDˊê ji hejmara tûgayên hatine avakirin mezintir e û her kes vê yekê dizane. Li ser ka çawa van hejmaran bi cih bikin nîqaş û lêkolîn têne kirin, çi bi rêya tabûr an pêvekên tûgayên hatine avakirin an jî tûgayeke din an jî foc bin ku tev li artêşa Sûriyeyê bibin. Lê li gorî ku di Peymana 29ˊê Çileyê de li ser avakirina 4 tûgayan de hatiye gotin, entegrekirina van 4 tûgayan bi dawî bûye û em di pêvajoya pêkanîna wê ya pratîk de ne.
'MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ WÊ ÇAWA BE?
- (Li ser pirsa "Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Lîwaya El Şîmal El Demokratî bixebitin; gelo dê wekî yekîneyên serbixwe werin entegrekirin an jî werin fesihkirin û endamên wan werin belavkirin an jî hin ji wan dê werin terikandin?") Ev teşkîlat di nava HSD'ê de xwedî nasnameya zelal bûn, bi vîna xwe tev li HSD'ê bûn. Niha jî ew di vê qonaxa entegrasyonê de xwedî biryar in, biryara tevlêbûn, tevgerîn û têkoşîna bi rêbazeke din, çi siyasî, civakî û hwd an jî entegrekirina bi teşkîlatên leşkerî yên girêdayî wezaretê re di destê wan de ye.
Wezaret mijarên leşkerî, tevahî kom û teşkîlatên leşkerî yên li Sûriyeyê digire nava xwe. Armanca wezaretê artêşeke yekgirtî li gorî sazûmaniya hevgirtî û pergaleke navxweyî dûrî cudakariyê were avakirin. Tu teşkîlatek li derveyî artêşê namîne, deriyê entegrasyonê li pêş hemûyan vekirî ye. Kî dixwaze tev li artêşê bibe derî vekirî ye, taybetmendî û prensîbên bingehîn ên qebûlkirinê hene, wekî hejmar, ezmûn yan jî aliyên meydanî yên naskirî û hwd. Ger ev hebûn dikarin werin entegrekirin û her aliyek wê were qebûlkirin.
'TÛGAYA KURDÎ LI EFRÎNÊ'
- (Li ser pirsa "Behsa avakirina "tûgayeke kurdî" li herêma Efrînê tê kirin, rastiya vê pêşniyarê çi ye?") Di têkoşîna şoreşê de, keç û xortên Kurd ên ji Efrînê roleke mezin û sereke lîst. Ji bo ku hewldana vê têkoşînê neyê berbatkirin û wekî nîşaneke dilsoziyê û tacîdarkirina têkoşîna wan, ez bi xwe li ser însiyatîfekê xebitîm, lê mixabin, gelek alî hene ku dixwazin rastiyan berevajî bikin û rastiyan sexte bikin.
Wekî hûn dizanin xelkê Efrînê vedigere warê xwe, piranî yên vegeriyane zarokên wan şervanên QSD’ê bûn, xwedî rêwîtiyeke têkoşînê ya mezin in, dixwazin vegerin malên xwe. Tiştê me pêşniyar kir ew bû ku ev şervan dixwazin vegerin malên xwe, ji mafên wan ên xwezayî ye çi bi rêya temamkirina têkoşîna leşkerî di teşkîlatên leşkerî yên li Efrînê û gundewarên wê de yan jî vegera li jiyana civakî. Wezaretê ev yek pêşwazî kir.
Em di Wezareta Parastinê de bi zelalî dibêjin gelek efrînî di nava QSDˊê de bûn, li dijî DAIŞˊê û hwd tê koşiyan. Ew dikarin li herêma xwe di çarçoveya leşkerî ya wan herêman de kar bikin. Ev mafê wan e. Ji bilî vê tiştên tên gotin ne rast in.
MESELEYA BAREGEHÊN DYA'YÊ YÊN HATINE VEKIRIN
- (Li ser pirsa 'Rewşa baregehên Amerîkayê yên ku hêzên wê di vê dawiyê de jê vekişiyane çi ye?) Li herêma Cizîrê, ev cih dê ji hêla artêşê ve di çarçoveya tûgayên hatine diyarkirin de werin bikaranîn. Bi giştî hêzên navneteweyî ji van nuqteyan vekişîn û nuqte radestî artêşê dibin. Tûgayên li herêmê dê li gorî planên pejirandî di van nuqteyan de bi cih bibin.
DÎLGIRTÎ DÊ ÇAWA BIN?
- Em di Wezareta Parastinê de û wezîr jî got em ê tevahî girtiyan beriya cejna Remezanê berdin. Lê çima ev yek pêk nehat? Ev mijar ji bo me xemgîniyeke mezin e. Ez wekî kes, bi xwe bi hêrs im ku vê mijarê nizanim ku çima ew qas pirsgirêk derdikevin û mijar bi daîreyên siyasî ve tên girêdan. Bi rastî jî ev li cem me guman û fikaran çêdike.
Di rastiyê de, roja ragihandina entegrasyonê diviyabû hemû, ne ku kom bi kom, derketana. Lê derketina bi vî awayî şaş û xelet e. Ev yek rexneyek e.
Bi awayekî rasterast Wezareta Karên Hundir û komîteya entegrasyonê berpirsiyar in. Lê dema em derengiyê dibînin em bi lez dikin ku hin mijaran çareser bikin. Ez dubare dibêjim ku divê hemû dîlgirtî werin berdan. Girêdana vê mijarê bi zextên siyasî re ne exlaqî ye. Em daxwaz dikin ku tu girtî, bi taybetî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li tu derê nemînin.
REWŞA ŞEHÎDAN Û MALBATAN
- Em li ser vê babetê dixebitin. Me civîn bi Meclisa Malbatên Şehîdan a herêmê û gaziyên şer re li dar xist. Her wiha civîn li Şamê hatin lidarxistin. Hin encam ji van civînan hatin bidestxistin. Li gorî nîqaşan, birîndarên şer dê li gorî pîvan û qanûnên ku bi dosyayê ve girêdayî ne wekî birîndarên şerê Sûriyeyê werin dermankirin û ew ê ji xizmetên civakî yên li Sûriyeyê sûdê wergirin û piştgiriya pêwîst ji wan re were peydakirin.
Der barê malbatên şehîdan de, dosyaya wan dê bi du rêyan were çareserkirin; ya yekem malbatên şehîdên zewicî û malbatên şehîdên nezewicî eleqedar dike û dê sîstemek hebe. Xebat li ser vê yekê hîna dewam dike û hin karên burokrasiyê hewce dike. Ew ê bi rêya rêveberiyên pispor were organîzekirin. Bo nimûne, li parêzgeha Hesekê, ev yek dê bi rêya Rêveberiya Malbatên Şehîdan were kirin. Piştre dê li hemû parêzgehên Sûriyeyê were bicihkirin. Ev şehîd wekî şehîdên tevahiya Sûriyeyê têne diyarkirin û belgeyên Sûriyeyê ji wan re têne dayîn.
**
Hin nûçeyên eleqedar:
- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?
- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?
********************************************************
Agahî:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)
******************************************************
Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



