___Cemil Oguz___
45’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal di navbera 9-19'ê mehê de li dar dikeve. Di beşa belgefîlman de 2 belgefîlm ji Tirkiyeyê û ji welatên din hene. Ji van didu bi kurdî ne.
Em îro van her du belgefîlman derxin pêş û yên din jî hinan jê bibîr bixin.
'POSTA KUTUSU 213 DIYARBAKIR'
"Posta Kutusu 213 Diyarbakir" belgefîlmê siyasetmedar û nivîskar Orhan Mîroglu ye. Mîroglu jî wekî gelek kesî di Girtîgeha Amedê ya bi Nimreya 5'an de maye û gelek eziyet dîtiye. Mîroglu niha ev yek wekî belgefîlm kişandiye û pêşkêş dike. Belgefîlmên rojên 14 (Sînemaya Beyoglu) û 15'ê (Sînematek) mehê tê nîşandayîn.

'LI KU DERA ÇÎROKA XWE ME?'
Belgefîlmê "Li ku dera çîroka xwe me?" belgefîlmê Nalîn Acar û Adar Taş e. Her du derhênerên jin bi belgefîlmê xwe dikevin dû çîroka malbatên xwe. Ji du bajaran cuda jiyan û çîroka her du malbatan ji aliyê bajêr, mal, sosyo-ekonomî, rewşa jinan ve di belgefîlm de derdikevin pêşberî temaşevanan. Belgefîlm 16'ê mehê li du cihan (Sînemaya Beyoglu saet 16.00. Sînematek 21.30) tê nîşandayîn.

Belgefîlmên din jî balkêş in. Belgefîlmê "Doktorê Amerîkayî" (American Doktor) ji aliyê Poh Si Teng ve hatiye kişandin. Fîlîstiniyek, cihûyek û zerduştek, sê doktorên navdar di bûyerên cuda de jiyanê rizgar dikin. Belgefîlm berê xwe dide wan
Belgefîlmê "Piştî Sîham" ku Namir Abdel Messeeh kişandiye qala jiyana piştî mirina diya xwe dike. Belgefîlmê "NOVA ‘78" ku Aaron Brookner û Rodrigo Areias dîmenên kongreyek ku di sala 1978'an de pêk hatiye lê dîmen van salên dawî ji nû ve dîtine dike.
Belgefîlmê Îlkay Nîşanci "Yavaş Olum" temaşevanan dibe Deşta Elbistanê û qala felaketa santralê dike.
Va ne hemû belgefîlmên di festîvalê de:
● Siham’dan Sonra / Life After Siham / Namir Abdel Messeeh
● Berona / Bariş Alti
● Milyonda Bir / One in A Million / İtab Azzam, Jack Macinnes
● Habibi Huseyin / Habibi Hussein / Alex Bakri
● Ev / Dom / Massimiliano Battistella
● Dansin Ozu – Germaine Acogny / Germaine Acogny – The Essence of Dance / Greta-Marie Becker
● Roman Gibi / Like A Novel / Tayfun Belet
● Nova '78 / Aaron Brookner, Rodrigo Areias
● Amílcar / Miguel Eek
● MegaDoc / Mike Figgis
● Humanist Bir Deha Gazi Yaşargil / Master of Brains Gazi Yasargil / Atil İnaç
● Kadrani Olmayan Saat / Clock Without A Dial / Fatma Karakuş Kaçmaz
● Yaşamaya Mecbursun! / Longing for the Sun / Caner Kaya
● Posta Kutusu 213 Diyarbakir / Mailbox 213 Diyarbakir / Orhan Miroglu
● Yavaş Olum / İlkay Nişanci
● Hikâyemin Neresindeyim? / Where Am İ in My Story? / Nalin Acar, Adar Taş
● Yikilmak / The Defeat / Mehmet Ali Sevimli
● Amerikali Doktor / American Doctor / Poh Si Teng
● 2m2 / Volkan Uce
● Hayatta Kalanlar / Who is Still Alive / Nicolas Wadimoff
● Detroit Çocuklari / Sons of Detroit / Jeremy Xido
● The Making of Michel Petite / Feyyaz Yildirim
*******************************************************
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Amadehî temam bûn: 140 fîlm tên
- Fîlmên xelatgir têne festîvalê
- Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin
- Projeyên ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ hatin hilbijartin diyar bûn
- Festîvalê ‘Aci Hayat’ restore kir û wê nîşan bide
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



