Diyarname
45’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê fîlmên ku li dinyayê xelatgirtine û dê di beşa “N Kolay Galalar” û beşa “Devrialem” de bêne nîşandayîn eşkere kirin.
Festîvala ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin îsal di navbera 9-19’ê avrêlê de li dar dikeve. Festîval îsal bi nîşandayîna fîlmê derhênera katalanî Isabel Coixet ê bi navê “Three Goodbyes” wê dest pê bike. Fîlmê “Three Goodbyes / Tre ciotole / Uç Veda / Sê Xatirxwestin” li Festîvala Torontoyê cara pêşî hatibû nîşandayîn. Alba Rohrwacher û Elio Germano rola serlîstikvaniyê girtine ser milên xwe.
Ev fîlm û gelek fîlmên din di beşa “GALA”yê de wê bêne nîşandayîn. Fîlmê “Sêhrbarê Kremlînê” ku Paul Dano, Jude Law û Alicia Vikander têde dilîzin, fîlmekî li ser xirecira siyasî ye di vê beşê de ye. Lîstivanên navdar Tony Leung Chiu-Wai, Enzo Brumm, Léa Seydoux di fîlmê “Dostê Bêdeng” de dilîzin.
Lîstikvan Anne Hathaway û Michaela Coel bi fîlmê “Mother Mary” tên pêşberî temaşevanên Stenbolê ku ev fîlm li DYA’yê jî di heman demê de tê nîşandayîn.
Serokê Pêşbaziya Laleya Zêrîn David Mackenzie bi fîlmê xwe “Fuze: Funye” li beşa Galayan de ye ku fîlm li Torontoyê jî hatibû nîşandayîn.
Gianfranco Rosi îsal wê Xelata Rûmetê ya Sînemayê bigire. Fîlmê wî “Pompei: Li bin ewran” ku li Venedîkê hatibû nîşandayîn û Xelata Taybet a Juriyê girtibû jî li vê beşê ye
Fîlmê derhêner Steven Soderbergh “The Christopehers” bi lîstikvaniya Ian McKellen û Michaela Coel derdikeve pêşberî temaşevanan.

VA NE FÎLMÊN GALA YÊN N KOLAY:
● Kremlin’in Buyucusu / The Wizard of Kremlin - Derhêner: Olivier Assayas
● 3. Katta Cinayet / Murder in the Building - Derhêner: Rémi Bezançon
● uç Veda / Three Goodbyes - Derhêner: Isabel Coixet
● Sessiz Dost / Silent Friend - Derhêner: Ildiko Enyedi
● Nirvanna The Band The Show The Movie - Derhêner: Matt Johnson
● Mother Mary - Derhêner: David Lowery
● Fuze: Fünye / Fuze - Derhêner: David Mackenzie
● Pompei: Bulutlarin Altinda / Pompei: Below the Clouds - Derhêner: Gianfranco Rosi
● The Christophers - Derhêner: Steven Soderbergh
● İyi Şanslar, İyi Eglenceler, Sakin Olme / Good Luck, Have Fun, Don’t Die - Derhêner: Gore Verbinski
● Normal - Derhêner: Ben Wheatley
● Moda / Couture - Derhêner: Alice Winocour
Di beşa Devrîalem de jî fîlmê jig elek festîvalan xelat girtine hene. Fîlmê derhêner Soheil Beiraghi ê bi navê “Feryad” du li Festîvala Karlovy Vary xelata Taybet a Juriyê girtibû, dîsa fîlmê “Di Dema Şer de Hevberdan” ku li îsal li Sundanceyê xelata Derhênerê Herî Serketî girt yek ji wan e. FîlMên li Berlinaleyê, li Venedîkê, Locarnoyê, Saraybosnayê xelat girtine jî di nav vê beşê de ne.
VA NE FÎLMÊN DEVRÎALEMÊ:
● Amir’in Karari / Inside Amir - Derhêner: Amir Azizi
● Boşluga Hitap / Sermon to the Void - Derhêner: Hilal Baydarov
● Feryat / Bidad - Derhêner: Soheil Beiraghi
● Savaş Zamani Boşanmak / How to Divorce During the War - Derhêner: Andrius Blazevicius
● Alter Ego - Derhêner: Nicolas Charlet, Bruno Lavaine
● Şehrin En Yalniz Adami / The Loneliest Man in Town - Derhêner: Tizza Covi, Rainer Frimmel
● İki Laborantin Yorgun Saatleri / The Weary Hours of Two Lab Assistants - Derhêner: Burak Çevik
● Comédie-Française / De la Comédie-Française - Derhêner: Martin Darondeau, Bertrand Usclat
● Bekçilerin Çigligi / The Fence - Derhêner: Claire Denis
● İş Başinda / At Work - Derhêner: Valérie Donzelli
● Nina Roza - Derhêner: Geneviève Dulude-De Celles
● Arkadaşim Eva / My Friend Eva - Derhêner: Cesc Gay
● Mahi - Derhêner: Elias Giannakakis
● Everybody Digs Bill Evans - Derhêner: Grant Gee
● Dört Eksi uç / Four Minus Three - Derhêner: Adrian Goiginger
● Son Viking / The Last Viking - Derhêner: Anders Thomas Jensen
● Geç Gelen Şöhret / Late Fame - Derhêner: Kent Jones
● Dünyanin En Zengin Kadini / The Richest Woman in the World - Derhêner: Thierry Klifa
● Made in EU - Derhêner: Stephan Komandarev
● Baharda Alti Gün / Six Days in Spring - Derhêner: Joachim Lafosse
● Connemara - Derhêner: Alex Lutz
● Yeryüzü Şarkisi / Earth Song - Derhêner: Erol Mintaş
● Sorella Di Clausura - Derhêner: Ivana Mladenovic
● İyi Erkek Yok / No Good Men - Derhêner: Shahrbanoo Sadat
● Malaga Sokagi / Calle Málaga - Derhêner: Maryam Touzani
● Zafere Dogru / To The Victory! - Derhêner: Valentyn Vasyanovych
● Kurt, Tilki ve Leopar / The Wolf, The Fox and The Leopard - Derhêner: David Verbeek
Temamê bernameyê wê roja 23’yê mehê bê eşkerekirin û bilêtên festîvalê wê roja 27’ê mehê derkevin piyaseyê.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin
- Projeyên ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ hatin hilbijartin diyar bûn
- Festîvalê ‘Aci Hayat’ restore kir û wê nîşan bide