Diyarname
Yek ji kesên nifşê "Kurd Boregî" domand û ew bi gel da hezkirin Hakki Gurbey di 88 saliya xwe de wefat kir.
Hostayê "Kurd Boregî" Hakki Gurbey di sala 1932'yan de li gundê Bilici ya Gêxa Çewligê hatiye dinê. Ew wekî nifşê 3'yemîn ê Boreke Kurdan (Kurd Boregî) tê nasîn. Di jiyana xwe de wî gelek hosteyên borekê gihandin.
Boreka ku bi taybetî li Stenbolê gelek navdar e, ji feqîr heta dewlemendan, ji xwendekar heta karkeran her kes dixwe ji destê hostayên ji Çewligê derketiye holê. Li ser dîroka wê gelek agahiyên cur bi cur hebin jî piranî tê qebûlkirin ku koka xwe ji Çewligê tê. Û yek ji wan hostayên kevn jî Hakki Gurbey bû.
Gurbey di sala 1959'an de tê Stenbolê û ji wê rojê de karê borekê dike. Li ser vê yekê Hakki Gurbey wisa gotibû, "Di sala 1959'an de min li Kuçukpazar a Emînonuyê dest bi kar kir. A rast xwezûrê min ev borek çêdikir. Mehmet Efendî pêşengê vî karî bû. Salên dirêj Mehmet Efendî ev kar domand. Dema extiyar bû Alîşan Edeş wekî şirîk girt cem xwe. Dema wî wefat kir xwezûrê min Alîşan Edeş ev kar girt ser milên xwe. Sala 1959'an min ev kar ji xwezûrê xwe wergirt. Bi vî awayî ev kar nifş bi nifş hat. Ez nifşê sêyemîn im."
Ji wê rojê de gelek kes li ber destên wî gihan û bûn hosteyên vî karî. Niha li Stenbolê bi sedan cihan ev borek tê firotin.
Hakki Gurbey duh di 88 saliya xwe de wefat kir. Li gor agahiyên ku komeleya navçeyên Çewligê "Kayy-Derê" da cenazeyê wî li Cemxaneya Ihlamurkuyu ya Umraniyeya Stenbolê saet 14'an de dê bê girtin û li Goristana Zîncîrlîkuyu bê definkirin.