___Îlhan Dayan___
Ji bo van sê têgehan gelek pênase, rave û nêrînên cuda hatiye kirin. Gotar, lêkolîn û pirtûkên bêhejmar hatine nivîsandin û bê guman dê hîn jî bên nivîsandin. Ev hersê têgeh di jiyana mirov de cihekî taybet digirin.
Mirov ne li dijî xwezayê, di nava xwezayê de mirov e. Hebûna mirov jî bi xwe perçeyek ji xwezayê ye. Lê mixabin îro şerekî bêpênase û hovane li hemberî xwezayê tê meşandin. Xweza bi têkçûyinekê re rû bi rû ye. Têkçûna xwezayê di heman demê de têkçûna mirov û mirovatiyê ye jî.
Di van şert û mercan de xwebûn jî di bin metirsiyek mezin de ye.
Pergalên serdest li ser xwezayê şerekî plankirî dimeşînin. Ji bo berjewendiyên madî, talan û talûkekê bi awayekî pergalî li ser xwezayê tê kirin. Ev pergala qirker ne tenê li ser xwezayê, di heman demê de li ser hebûn û xwebûna mirovan jî, li ser çand, dîrok, bîr û bawerî, hişmendî û nasnameya wan jî tê meşandin. Biyanîbûna ji xwezayê, di encamê de biyanîbûna ji xwe ye.
Di vê rewşê de helbest vedigere xwe; dibe qêrîna dil, raperîna hest û ramana azad, bangewaziya vegerê li xwezayê û li xwe. Car caran ew dengekî şêrîn e, car caran dengê bêdengiyê ye; car caran hawar û qêrînek e ku digihîje ezmanan, car caran lorîna dayikekê ye, car caran qîrîna jineke serhildêr e, car caran henaseya germ a evînekê ye, car caran pirs e û car caran jî bersiv e.
Ji bo me kurdan xwebûn têgeheke ji wateya xwe wêdetir kûr û watedar e. Bi salên dûr û dirêj e ku hebûna me, xwebûna me di bin êrîşeke piralî û pergalî de ye. Xwezaya me, kevneşopiyên me, nirxên me yên madî û manewî, navên me, cil û bergên me, heta navên erdnîgariya me jî di bin heman êrîşê de ne.
Di serdemên borî de em gelek tişt bûn, lê tenê em nebûn xwe. Têkoşîna pêncî salî ya me, di esasê xwe de têkoşîna xwebûnê ye; ji bo welatê me bi navê xwe, em bi nasnameya xwe û bi nirxên xwe bijîn. Ev têkoşîn bi xwe helbesteke mezin e ku ji hezaran helbestan pêk tê. Ji ber ku helbest jî vedigere xwe; vedigere xwezaya xwe, dîroka xwe, erdnîgariya xwe û çanda xwe.
Dema ez dibêjim xweza, di hişê min de her tim helbest û xwebûn jî têne bîra min.
Di navbera xweza û hebûnê de rista helbestê çi ye?
Ji bo bersiva vê pirsê, pêşî divê em helbestê pênase bikin:
Helbest giyana jiyanê ye.
Dengê zarokatiya mirovahiyê ye.
Helbest di xwe de sekn û hişmendiya welatparêziyê vedihewîne.
Di dîroka gelê kurd û di têkoşîna wî ya azadiyê de helbest her tim cihekî taybet girtiye. Ji Baba Tahir bigire heta Ehmed Huseynî, rengê jiyanê, xweza û resenbûna gelê kurd di helbestê de diyar dibe. Mirov dikare bêje; helbesta kurdî şêweya jiyana kurdwarî ye. Rengê xwezaya me, asta hebûna me û asta têkoşîna me di helbesta me de xuya dike.
Ger mirov bixwaze li xwe vegere, divê li xweza û li helbestê vegere. Li gor min xwebûna herî xweşik û herî watedar di van herdu têgehan de veşartî ye. Di heman demê de ekla jiyanê jî di helbestê de ye.
Bila di jiyana me de her û her helbest hebe.
Bila rengê xwezayê di jiyana me de bijî.
Bila di lêgerîna me de veger û xwebûn her tim hebin.
Jiyan bi xweza, helbest û xwebûnê bi wate ye…
15.03.2026