logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Berxweş

  • Dîrok: 30/01/2026

 

Mektûp I

Têra xwe tijî me birêz. Vê mektûbê ne li dûr-welatan, li tenişta te dinivîsim. Zanim dengê min nayê te. Dibe tu kevirek be, lewma. Kêvirekî leq pê nakeve. Ebed. Gomeyekî bel, li dera hanê. Li ser pişta neqebekê. Di devê wê neqebê de rûniştiyî tu. Nahêlî tu rê û pêyarêk li ber hişê min vebibin. Hewl didim bi vê reş-peyamê te gindir bikim heta devê newalê. Wekî tu jî dibînî hewla min ji xwe razî ye. 
Tu?
Tu jî ji xwe razî ye birêz.
Dibêjim qey ev ji xwe razîbûn carnan te dike kerekî bi du lingan.
Tu zanî ne?
Bi te bimîne tu bi hemû tiştan zanî, lê ne bawerim niha tu bi dengê dilê min zanibî. Bi hêz û qeweta çongên min, bîr û hişmendiya min, bin û serbanê min, mû û ricifeke canê min, qews û fetlonekek laşê min û axir qatilbûna her deh tiliyên min. 

Têra xwe tijî me birêz.
Niha deng ji te dernakeve, çimkî berî çend kêliyan min te xistibû eyarê kevirekî. Zanim bîstek din tê bilivî. Tu bi kevirbûna xwe nizanî. Ne tenê tu. Niha vê deqê li ser rûkê dinyê tu mexloqat bi vê agahiyê nizane. Ev e hêz û qeweta çongên min. Dikarim niha te bimirînim jî lê wiha nayê hesabê min. Kevir be jî gere tu bijî. Jiyîn ceza ye bo te. Mirin rehet e. Her kes dikare bimre lê kêm kes dijîn heta dawiya emrê xwe.
Niha tê bibêje "kevir jî dimirin."
Ezê jî bibêjim "tu carî  ne bi qandî dijîn." Ma mimkûn e?
Dar dibêje; erê.
Av dibêje; min bi çavê serê xwe dît.
Heyv dibêje; heta ew bimre ezê vemirim.
Bav dibêje; gere zaro bitemirin.
Hê nûka deng ji hemûkan dibile. Tenê ez dimînim li ser nexşeyên doşegê. Zîl didim, şax diavêjim, pelan vedikim, dirêj dibim, digihêjim cax û mircaxên tawan, xwe li qelşekê radikişînim, fişîna marekî tê guhê min, li xwe dizivirim, mar ez im. Dadikevim ser doşegê cardin. Xwe dikim kulor. Serê min li ser teriyê. Dixwazim bi te vedim lê ji kevir ne hişktir im. Heta destê sibehê di ber xwe de diminmin im.

Têra xwe tijî me birêz.
Zanim ezê tu carî vala nebim. Hêz û qaweta min ev zanebûna min e.
Ezê werim, serê sibehekê, ber êvarekê, navrojek an esr û mexrebkê. Wekî marekî, bi deh tiliyên qatil. Bi rengekî şayîk. Bi qevzek kezî. Rext û tivengekê.
Ezê bêm. Ne ji dûr-welatan, ji vê teniştê. Belbî ji ser wê bendava li jêr malê, belbî ji ber siya gomeyekî bel, ji binê axê û ji ser latê, bi xunaveke baranê, bi çend kuliyên berfê, ji ber koka deviyekê. Ne wekî guleke bê deng, ne wekî aveke bê reng. Wekî pêlek behra delodîn, ezê bêm.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Temûz û Xeleka Bedew 

  • 31 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Hatim dawiya xelekê. Ew xeleka bedew. Ev qonaxa dawî ye. Hê ji xwe re wiha dibêjim li rastiya xelekê hayê dibim. Dawî tune. Bê destpêk im. Dizivirim. Berdewam im. Na. Ne dewam im. Ezê...

Sibatok û sohbeta du qijikan

  • 28 Sibat 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Sibatoka me ji dînikbûna xwe razî ye îsal. Beriya maşot bigire ser vê xakê, rojeke sibatê min berfa ser xênî dimalt. Qirik li min ziwa bibû. Min çengek berf avêt devê xwe, doxa...

Adar, nivîsek bê paragraf

  • 26 Adar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Di qulikên pelê titûna ter re dibînim. Du çingîn têne guhên min. Yek jê çingîna tasa avê ye, ya din seriyê li hesin ketî. Berî têkevin serşokê di xwêdanê de bûn. Kêliyeke...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li Saraybosnayê xelat hatin belavkirin

ad

Jennifer Lopez ji bo otîstîkan li ser dikê bû

ad

HDP'ê ji bo Qersê Ayhan Bîlgen destnîşan kir

ad

Îzlanda û Macaristan 1-1 mendî

ad

Kurd di nava şerê rejîma Sûriye û muxalîfan de man

ad

Ev 152 jin û mêr çi dikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname